Jin têkoşiyan
Endama Yekîtiya Parlamenterên Kurdistanê Wîdat Xalis jî li ser giringiya 8’ê Adarê ji DÎHA’yê re axivî û wiha got: “Roja 8’ê Adarê ji bo xebata jinan bûye sembolek. Pêwîste li Kurdistanê mafên ji bo jinan di destûrê de hatine nivîsandin, werin dayîn. Divê sûd ji xebata jinan a pêşmergeyatî, ya li çiya û di nava bajaran de were wergirtin.” Çalakvana di warê jinan de Hetaw Xidir Mewlûd jî wiha got: “Jinan roja 8’ê Adarê ji bo bidestxistina mafên xwe şoreşek lidarxistin. Îspat kirin ku ti tiştekî wan ji yê mêran kêmtir nîne. Jinan hemû astengiyên li pêşiya xwe şikandin. Divê em jin zêdetir xebatê bikin, ji bo ku em biserkevin. Herwiha nefret li kujerên jinan be.”
Jina Kurd mînak e
Hetaw Xidir wiha got: “Niha jin zêdetir pêşketine, dikarin bi xwe biryarê li ser mafên xwe bidin. Jin dikarin bi xwe aboriya xwe veqetînin. Jin hem li derve û hem di nava malê de dikarin erkên xwe bênin cih. Tiştekî pir ciwane jin heta radeyekî baş li gel welatên derdora me pêşketîne. Jina kurd ji despêkê ve azad bû, mil bi mil li gel meran şer û xebat kiriye.” Rêjde Mecîd jî diyar kir ku jinan di 8’ê Adarê de şoreşek lidarxistin û heta bigihîjin hemû mafên xwe jî, dê xebatên xwe bidomînin.
DÎHA/HEWLÊR