Komek Jin, li Cadeya Gevran a navçeya Yenîşehîrê, rê li çûnûhatinê girt û dirûşmeyên “Leyla Guven rûmeta me ye” û “Bila Leyla Guven bijî” gotin.

Berxwedana Hevseroka Kongreya Civaka Demnokratîk (KCD) û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a bi armanca rakirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û nedorveger kir, di roja 121’ê de dewam dike. Komek jinên li navçeya Yenîşehîr a Amedê kom bûn, li ser Cadeya Gevranê çalakî li dar xistin.

Di nav wan de Parlementera HDP’ê ya Amedê Salîha Aydenîz, Namzeta HDP’ê ya Hevşaredara Yenîşehîrê Belgîn Dîken, Endamên Meclîsa Jinên Ciwan ên HDP’ê û gelek jinan, li Cadeya Gevran destên hev girtin, û her du aliyên rê li trafîkê girtin. Jinan bal kişand ser çalakiya greva birçûnê ya Leyla Guven û girtiyên azadiyê, dirûşmeyên “Leyla Guven rûmeta me ye” û “Bila Leyla Guven bijî” gotin.

Jinan demeke xweş çalakiya xwe dewam kir.

 

MA / AMED