
Bi durişmeya ʺJinên Azad bingeha avakirina Netewa Demokratîk eʺ xebat û çalakiyên 1ʹemîn Kongreya Dîplomasiya Jinên Azad li navneda Çand û Huner a Dicleyê hate lidarxistin.
Hevseroka Kantona Cizîrê Heyfa Erebo, Hevseroka Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed, Hevseroka Sîstema Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê Hediye Yûsif, Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Asya Ebdullah, Berdevka YPJ`ê Nesrîn Ebdullah, Endama Kordînasyona Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Sînem Mihemed, Şandeyên Jinan ji Lobnan, Şam, Efrîn, Kobanê û Şengalê, her wiha bi sedan jinên ji pêkhateyên Suryan, Ereb û 100 endamên komîteyên têkiliyên dîplomasî, saziyên jinan beşdarî kongreyê bûn.
Jin bi şoreşê bawer in
Axaftina vekirina xebatên Kongreyê ji aliyê Endama Komîteya Dîplomasî ya Tevgera Jinê Zaxo Şiyar ve hat kirin. Şiyar di serî de li ser berxwedana Jinê axivî û got: ʺEm bi asteke mezin a xebat û çalakiyan dikevin meha Adarê, di qadên çalakiyên jinê de, ji tevahî pêkhateyan Keldan, Suryan û Ereb hatin dîtin, ev jî restiya Şoreşê û hezkirina wan ji Rêber Abdullah Ocalan re nîşan dide. Ev jin ji ber ku ber bawer in ev şoreş, şoreşa azadiya jinê ye, pêngava ber bi şoreşê ve avêtin.ʺ
Şiyar di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku civaka şoreşê hemû civaka Sûriyê di nava xwe de girt û wiha dom kir: ʺVê şoreşê hemû aliyên civaka Sûrî di nav xwe de bicih anî, berxwedanê îspat kir ku mafê jinê heye û divê di her xebat û çalakiyekê de wek rêgez bên nîşandan, ew jî di encama berxwedana mezin a Rêber Abdulah Ocalan ji bo azadiya jinê pêk anîye de hat. Li ser vê esasê jî Yekîtiya Star a ku berfireh bû û bû Kongireya Star hat avakirin û hemû jinên Bakurê Sûriyê û Ewrûpa di nava xwe de bicih kir û dest bi xebatên dîplomasî kir.
Paşê li ser navê Kongireya Star berdevka Kongireya Star Evîn Siwêd axivî û got: ʺJinê karîbû xwe bike zimanê şoreşê û yekîtî di navbera aliyên civakê de pêk bîne û jiyana hevbeş kir esasê birdoziya xwe. Tevî ku jin bi dirêjahiya dîrokê rastî gelek tundî û zordestiyê hat jî îro hebûna xwe nîşan bide, astengan derbas bike û pêşengtiya civakê dike.ʺ
Xweşikiya jinê li Kurdistanê ye
Li ser navê Jinên Êzidî jî Meles Şenglî axivî û lidarxistina Yekemîn Kongireya Dîplomasiya Jina Azad pîroz kir û derbarê ciwantiya jinê di şoreşê de got: ʺDi despêka buharê de li ser xaka Mezopotamiya jinê buhareke nû xêz kir û civak hembêz kir. Pêşengtiya Şoreşê kir. Vê ciwantiya jinê dîmenên xweşik da Şegalê, Kobanê û tevahî beşên Kurdistasnê. Jina Êzidî hîne zilma û zordariyê dikşîne û li bazarên veşartî yên DAIŞ`ê ya ku îdiaya îslamê dike tên firotin, me nizanîbû ola îslamê vê yekê li mirovan dike, em dizanin ola îslamê olê aştî û alîkariyê ye. Lê çi bikin jî emê berxwedanê bikin û zarok û jinên xwe ji pençên tariyê rizgar bikin.ʺ
Paşê sînevizyonek li ser xebatên dîplomasî yên jinan hat pêşandan. Xebatên Kongreyê hê didome û tê payîn heta siba jî wê dewam bike.
Wê şoreşa xwe bidomînin
Hevseroka Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed jî di axaftina xwe de rewşa siyasî rave kir û got: “ʺ6 sal di ser şoreşê re derbas bûn û parastina Rojava û avakirina Saziyên Sivîl ji bo me di rêza yekemîn de bûn. Şerên dijwar li qadên Sûriyê rû didin, bi nêzîkbûna Cenevre 4 re herêma Babê hat firotin bo Tirkiyê, ev ye jî di encama rêkeftina navnetewî ya di navbera Tirkiyê, Rûsiya û Îranê de pêk hat. Dewleta Tirk bi dagirkirina Babê tewîzatan ji rejîma Sûriyê re danî da ku rêkeftin di navbera herdu aliyan de pêk were, ew bi vê yekê dixwazin rêya me a ber bi Kantona Efrînê ve bigirin, ew wiha bawerdikin ku heger em negihînin Efrînê emê projeya Federaliyê pêk neynin, lê em ji wan re dibêjin ku emê Projeya xwe ya Federaliyê bi jiyana hevbeş di navbera pêkhateyan de û biratiya gelan deynin û em dest ji Kantona Efrînê bernadin.ʺlham Ehemed di berdewama axaftina xwe de got ku ew niha jî wek berê xwedî hêzin û wiha dom kir: ʺWeke dema ku me herêmên xwe ji terorê rizgar dikirin, heta ku desteka navnetewî jî li ser me bê qutkirin, bandora wê yekê li me nabe, ji ber ku hêza me di hebûna me de ye.
NAVENDA NÛÇEYAN