Lîstikvanên şanoyê der barê naveroka lîstikê de nêrînên xwe anî ziman ku ev lîstika wan amade kiriye li hember tundiya li ser jinê pêk tê ye û dan zanîn ku naveroka lîstika wan li gorî ruhê 8’ê Adarê hatiye amadekirin.

Şano ji aliyê çar jinana ve sê jî ji endamên Şaxa Egîtîm-Senê ya Amdê Çîgdem Gul, Rojda Alak, Laleş Uslu û yek jê jî endama Şaxa SES’ê ya Amedê Kristîn Ozbey ve hate amedekirin. Her çar jinên ku hevalên hev in biryar dan ku bi munasebeta 8’ê Adarê çalakiyekê li darbixin û şanoya bi navê “Jinek” amede kirin. Şanoya bi dirûşma “Jinekî nivîsî, jinekî rêvebir, jinekî lîst, jinekî dans kir” hate amedekirin û dê di 9’ê adarê de di saet 18.00’an de li Navenda Çanda Cigerxwîn were pêşandan. Nivîskara senaryoya şanoya “Jinek” Kristin Ozbey destnîşan kir ku ew piraniya nivîsên xwe bi giştî dinivîse û wiha got: “Lê lîstika ‘Jinek’ hest û lêgerînên di hundirê min de ye. 


AMED