Krîza pergala modernîteya kapîtalîst xwe berdaye nava hemû huncreyê civakê. Herî zede jî bandorê li jiyana jinê dike. Li vê cîhana ku aqilê mêr lê serdest e, tundiya pirhêlî ya li ser jinê êdî hedê xwe derbas kiriye. Bi polîtikayên dijberî jinê, hişmendî û kirinên zayendîperest, şîdet û komkujiya li ser jinê teşwîq dike. Herî dawî nûnerê vê zêhniyetê 24'ê Sibatê li bajarê Dortmûndê yê Elmanyayê, jina Êzîdî ya bi navê Onalya Çendî bi rêbazeke hovane kuşt. Onalya ji herêma Bahşîk û Bahzan a nêzî Musilê bû. Bajarê Onalya jî di 3'ê tebaxa 2014 an de bû hedefa çeteyên DAÎŞ'ê. Di êrişa bi armanca qirkirinê de weke gelek malbatên Êzîdî Onalya jî gelek ferdên malbata xwe winda kir. Ji ber zilma DA‎Î‎‎Ş'ê reviya û berê xwe da penaberiyê. Lê li panaberiyê jî ji zêhniyeta DA‎ÎŞ'ê rizgar nebû. Vê carê bi destê ‘hevjînêʼ xwe bi rêbazên DA‎ÎŞʼê hat serjêkirin. Di nava civakekê de ku dîroka wê tijî ferman û komkujî ye, rûdana bûyerên bi wî rengî bêguman cihê mixabinyê ye. Ez nabêjim di nava civaka Êzîdî de jin nayên kuştin. Ji ber ku di rastiya hemû ol û civakan de ev yek wiha ye, û jin pîroz e. Jixwe li gorî baweriyan hemûyan tişta pîroz cihê îbadet û rêzgirtinê ye. Ji ber ku jin dayik e, jin jiyan e, jin evîn e. Lê mixabin pergala mêrê hov, tovê heram berdaye nava tevahî rehên civakan û li şûna nirxên pîroz ên civakan  heqaret, hesûdî, çavnebarî, lêxistin, êşkence, destavêtin, kedxwarî û hwd. daye rûniştandin. Sedema kuştina jinan jî ji ber vê ye. Roj tine ye ku jinek neyê kuştin. Di van demên dawî de piraniya jinan di malê de tên kuştin. Êdî mal jî ji bo jinan ne cihekî ewle ye. Onalia Çendî di mala xwe de bi destê hevjînê xwe, bavê zarokên xwe hat qetilkirin. Ew hîn 30 salî û dayika çar zarokan bû. Gelo ev çi dil û wijdan e ku li ber çavê zarokan serê dayika wan jê dike. Ya rastî gotin nîne, mirov pê qala vê hovîtiyê bike; gotin têrê nake ku mirov vê hovîtiyê pênase bike. Lê bivênevê hovîtiya çeteyên DAÎŞ’ê tîne bîra mirov.

Çeteyên DAIŞê dema êrişî Şengalê kirin xwestin di şexsê jinê de ji alî etnik û nejadî ve civakekê tine bikin. Çima jin ? Ji ber ku jin çavkanîya jiyanê ye, bi tinekirina jinê, xwestin hebûna gelekî an neteweyê were tinekirin. Ev yeke tenê bi fermanê bi sînor nema bêgûman. Ev çanda desthilatdariya baviksalarî ye di şexsê jinê de li tevahî civakan tê ferzkirin. Ji bo ku ev pergal bê guhastin lazim e ku jin hîn zêdetir têbikoşin.

Rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan der barê rêbaza têkoşîna jinan de di parêznameyeke xwe de wiha dibêje; "Em timî dibêjin, kengê jin û jiyan ji jinbûn û jiyanbûnê derketin, şert û mercên civakbûnê jî hildiweşin û ji hev de dikevin. Di heman demê de em dikarin ji wan re şoreş, partiya şoreşger, pêşeng û mîlîtan bibêjin, eger vê rastiyê ji hev dernexin û bikevin ser rêya azadîyê wê nikarîbin bi rola xwe rabin. Kesên bi xwe bûbin girêka kor wê nikaribin girêka kor ên kesên din ji hev vekin. Ango kesên xwe azad nekiribin wê nikaribin kesên din azad bikin". Ji van tesbîtên birêz Ocalan jî diyar dibe ku divê jin têkoşîna xwe ya ji bo hevjiyaneke demokratîk û heqderketina ji her cure serdestiya mêr geş bikin.

Divê em bi têkoşîne nehêlin ku di kesayeta jinê de dîrok, çand û hebûna me bê windakirin. Di dawiyê de ez careke din dixwazim destnîşan bikim ku ev çanda çetewarî ne çanda Êzîdiyan e, û qet pêwendiya wê bi bawerî û felsefeya baweriya Ezdayî re tineye. Di serî de civaka Êzîdî her kesê ku ji xwe re dibêje ez mirov im divê vê hişmendiya ku di şexsê jin-dayikê de dijminatiya jiyanê û mirovahiyê dike, rûreş bike û li dijî wê bibe xwedî helwest.