Dixwazim bi vê romanê bibêjim ku yasayên çêkirî li ser her tiştî metirsiyan çêdikin. Mirov bi pirranî nikare xwe ji van yasayan rizgar bike. Ji wan weye qey ew, ew kes in, ku zana ne û dikarin razên tiştan ji hev derxin. Lê ya rast ev yasayên çêkirî ji bo her kesekî êş in.
Nivîsandina romanê! Di aliyê xwe yê bingehîn û rasterast de ji bilî xeyal û rêsandina hest û ramanan, nivîsandina bûyer û serpêhatiyan e ku ew jî têra xwe êşê dihewînin.
Şêrîn Xelîl Al Xetîb yek ji jinên herî zêde bi pênûsa xwe zîrek û di avakirina jiyaneke serketî de jineke serwext û raman bilind e. Ew Kurdeke ji Amûdê ye û herî dawî bi Erebî romanek nivîsî.
Ew bi romana xwe ya herî dawî ‚Jinên Bajarên Dûr‘ xwînerên xwe bi jinê û bi taybet jî bi jina Kurd re rû bi rû dihêle pê jî dike ku xwîner hay ji jinê bibe. Wê di vê romana hanê de taxa Kevirê Reş a li bajarê Hesekê weke mekan ji xwe re tercîh kiriye. Ev cihê navborî li cihekî pirr naskirî ye di nav xelkê Rojavayê Kurdistanê de. Ji bilî van roman behsê dibe ser gelek mijarên din ên civaka Kurd. Weke mînak ez dikarim bibêjim ku mijarên têkildarî jinê, zewaca bi darê zorê û rewşa niha ya jina Kurd û hwd.
Dikarin bi vê peywirê rabin
Herçendî di vê dema dawî de hejmara nivîskarên jin pirr zêde bûbe jî pirsek hîn li meydanê bêbersiv e. Gelo ew dikarin birastî jî hemû raman, derbirîn û dîtinên xwe yên têkildarî mijarên civakî û bi taybet jî mijara jinê bi rêya romanê îfade bike? Di romana nû ya Şêrîn Xelîl Al Xetîb de mirov dibîne ku wê diwarê şermê bi peyvên xwe herifandine û sînorên asê bi wêrekiya xwe ji holê rakirine. Bi nêzîkatiyê ez dikarim bibêjim ku jina Kurd ne tenê di qada rewşenbîrî de lê belê di hemû qadên de dikare bi roleke girîng rabe.
Ev roman sêyemîn e
Şêrîn Xelîl Al Xetîb ji Rojavayê Kurdistanê ye û li parêzgeha Hesekê-bajarê Amûdê ji dayîk bûye. Ew bi Kurdî û Erebî dinivîsîne. Her wiha nivîsên we yên bi zimanên navborî di rojname û kovaran de keysê li weşanê tînin.
Mirga Sur di sala 2007’an de ji Weqfa Sama a Çand û Hunerê hatiye weşandin. Roman a duyemîn Rêyên Zuha -Req di sala 2008 de ji Dar Alome ya li Şamê derçûye. Romana sêyemîn Jinên Bajarên Dûr di sala 2018’an de ji aliyê Dar Sutimedia ji bo weşan û belavkirinê li Tûnisê hatiye çap kirin.
Di bin çapkirinê de jî çaremîn romana wê heye û wê di demeke nêzîk bê çapkirin.
Şêrîn Xelîl Al Xetîb hinekî behsa romana xwe ya herî dawî a bi navê Jinê Bajarên Dûr dike.
Ew dibêje, dibe ku hinek li mijarên di romanê de yên weke zewaca bi zorê, têkiliyên hemcinsî awiqî bimînin. Û bipirsin çima ev mijarên hestyar ku hîn di nava civakê de nehatine pejirandin.
Her wiha rexnegir dikarin min bi wê yekê tewanbar bikin ku min ev mijar ji ber wê yekê hilbijartiye da ku ez nav û dengê xwe bi vê romanê bilind bikim. Lê belê ez ê ya rast bêjim: Nexêr!
Ez ne poşman im ku min ev mijar ji xwe re hilbijartiye û hin xalên di nava civaka me de ku hîn nehatine pejirandin, dane pêş. Hin kesên bi tiliyan min nîşan bikin û sûcdar bikin û dikin jî. Lê bila bikin. Bal dikişînim ser hinek pirsgirêkên civakê.
Trajedî û girêkên asê
Sara û Hemrîn ku du jin in û hevaltiyeke wan î germ heye di romanê de. Ji ji ber ku her du nêzî giyanê hev in û hemî tiştî bi hevre parvedikin, têkiliya wan digihe wê astê ku giyanên mê an ku bibin yek û têkiliyeke cinsî di navbera wan de rû bide. Ew digihin wê qenaetê ku tenê jin dikare ji ji wê tiştê re bibe bersiv ku jin li hêviyê ye.
Hemrîn û Sara du jinên Kurd in û Hemrîn bi temenê xwe ji Sarê mezintir e. Ew xwedî hevsereke lê belê di vê têkiliyê de ne bextewar û serketî ye.
Her wiha roman behsa hinek şêx û melayên ku bi navê olê serê alemê tevlî hev dikin, dike. Hêjayî gotinê ye ku ew dilê Kurdan ê pak î li ber ol jî xweş tê vegotin.
Sara li rastî êrîşeke cinsî li cem Şêx Hatim tê û keçikiya xwe ya li gor zagonên civakê winda dike.
Roman têra xwe tijî û dagirtî ye. Gelek mijarên cihêreng û balkêş bi taybet mijarên ku di nava civaka me Kurdan de ne tenê qedexe lê belê di wê astê de ne ku mirov nikare minaqaşeyan dahî li ser wan bike.
Êdî li hev germ dibin
Piştî wextekî Hemrîn û Sara têkiliyê bi hev re dideynin û hêdî hêdî ev têkilî germ dibe ku êdî ew bi hev re têkiliyên cinsî jî bi rehetî çêdikin. Wek ku nivîskarê di romana xwe de rêz kiriye Hemrîn ji Sarayê re dibêje, ancex jin ji jinê fêhm bike bê jin li hêviya çi ye, jin dikare baştir fêhm bike bê hestên jinê çawa ne û wisa jî dikarin daxwazên xwe bi cih bînin. Ji ber ku êşa jinê hema bi xwedêdanê re dest pê dikin û bi hevjînîtî, kar û barê malê re digihe asta herî bilind ev êş.
Di dawiyê de mirov mebest û armanca nivîskarê têdigihe. Bi gotinên wê ev yek wiha ye: “Ez dixwazim bi vê romên bibêjim ku yasayên çêkirî li ser her tiştî metirsiyan çêdikin. Mirov bi pirranî nikare xwe ji van yasayan rizgar bike. Ji wan weye qey ew, ew kes in, ku zana ne û dikarin razên tiştan ji hev derxin. Lê ya rast ev yasayên çêkirî ji bo her kesekî êş in. Hem ji bo yê ku wan çê dike hem jî ji bo yê ku li serê tê caribandin. Çêker bi van yasayan biryarên şaş li ser jiyanê dide û ji jinweriyiê dur dikeve.”
CANO ŞAKIR / WILDESHAUSEN