Konferans bi beşdarbûna 160 delegeyên jinên ciwan bi dirûşmeya “Emê bi rihê Şehîd Sara ber bi azadiyê ve bimeşîn” destpê kir. Di konferansa ku li Saziya Komeleyên Ciwan dê ru rojan dom bike, wêneyên jinên di Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd de jiyana xwe ji dest dayîn û pankartên “Em di xeta Şehîd Bêrîtan de bibin milîtan , xwe bi rêxistin bikîn û ber bi serkeftinê ve bi meşîn”, “ Jinên Ciwan di avakirina jiyana azad de hêza pêşengin” û “Bijî YPG û YPJ” hatin daliqandin. Piştî ku deqeyek rêz hate girtin endama Koordînasyona Meclisa ÎŞTAR Rozerîn Yildiz axaftina vekirinê hate kirin û 3.Konferansa Jinên Ciwan ên Mexmûrê li hemû beşdarvanan û gelê Kud pîroz kir. Yildiz got: “Axaftina vekirinê ya konferansên beriya vê ji aliyê heval Sara ve hatibû kirin, Ji ber vê jî divê ev konferans li ser vê giranbûnê bê nirxandin, dîsa hevalê Şehîd Reşîd ciwanekê beşdarî nava Têkoşînê bû û heya dawiya xwîna xwe têkoşîn da.”
´Ciwan hêza guhertinê ye´
Yildiz şoreşa Rojavayê Kurdistanê jî silav kir û da diyar kirin ku hêzên statûparêz, berjewendî parêz û komên îslamî li himberî berxwedana gelê Kurd têkçûne û gelê Kurd li wir berxwedanekî bê hempa dide nîşandan. Yildizê di dawiya axivtinên xwe da diyar kirin ku, divê Konferansa Jinên Ciwan ji bo demê bi be bersiv û wiha pêde çû: “Ji bo modelekî demokratîk û sîstema xweseriya demokratîk pêkwere erkê sereke yê jinên ciwanin, Ji ber ku her tim hêzekî zindiye û dikare têkoşîn bide meşandin. Konferans wê du rojan bi nîqaşan dewam bike..
ABID KARA/ANF/MEXMÛR