Di civînê de hat gotin ku ji bo bidawîbûna siyasetên rejîma Îranê pewîst e hemû jin û ciwan xwe birêkxistin bikin û parastina nirxên azadî, xweza û mirovahiyê bikin. Di civîna du rojan de ku gelek jinên ciwan li Rojhilatê Kurdistanê jî beşdar bûn li ser rewşa jinan ya niha li Îranê, gelê Kurd û gelê Îranê hat gotûbêjkirin.

 

Biryarên hat girtin

Niqaşên du roja hat kirin de, biryarên girîng hat stendin. Yekîtiya Jinên Ciwanên ê Rojhilatê Kurdistanê biryarê hat stendin bi wan xala aşkere kir;

 l Jinan bi vê civînê rêkxistina xwe ya Yekîtiya Jinên Ciwan ê Rojhilat lidar xistin. Yekîtiya Jinên Ciwan di nav biryaregeha KCR(Komelgeya Ciwanên Rojhilat) de xwe taybet birêxsitin dike û ji bo birêkxistinkirina jinên ciwan û perwerdekirina wan xebat dike. Kadrên Yekîtiya Jinên Ciwan ji bo veguhestina raman û îdolojiya Rêber Apo ya ji bo jinên ciwan ên Belûç, Ereb, Fars, Azerî û gelên din ên Îranê erka xwe pêk tîne.

*  Komîteyên Yekîtiya Jinên Ciwan berpirsyartiya pêkanîna hemû çalakî û rêkxistinkirina KJAR’ê digire ser milê xwe. Zêdekirina û bihêzkirina hêzên HPJ esas digire.

*  Li dijî hişmendî û kiryarên rejîma Îranê ku jinan bêîrade dike, dikuje, laşfiroşî pêş dixe û jiyanê bê wate dike, xebat dike û parastina cewherî pêş dixe.

* Yekîtiya Jinên Ciwan ên Rojhilatê Kurdistanê xwe  li ser pergala îdolojiya jina azad û konfederalîzma demokratîk xwe birêkxistin dike. 


 NAVENDA NÛÇEYAN