Kongreya Star li Şehbayê bi armanca şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya çalakiya Leyla Guven, çalakiya greva birçîbûnê li dar xist.
Kongreya Star a Efrînê li gundê Babinis ê kantona Şehbayê bi armanca vê çalakiyê bi dirûşmeya “Em ê girtîgeha Îmraliyê hilweşînin û bi rêber Ocalan re azad bijîn” dike. 60 jin beşdarî çalakiyê bûne û wê 3 rojan dewam bike.
Endamên Yekitiya Jinên Êzîdî, Tevgera Jinên Ciwan û bi dehan şêniyên herêmê di nava çalakgeran de ne.
Endama Koordînasyona Kongreya Star a kantona Efrînê, Newroz Haşim got, jinên Efrînê di qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê de piştgiriyê didin çalakiya Leyla Guven û berxwedana wê di girtîgeha Amedê de û silav li sekna wê ya li dijî dewleta Tirk a dagirker dikin.” Paşê endamên Meclisa Malbatên Şehîdan Hacer Miho û Sûreya Hebeş, bi navê Kongreya Star a navçeya Ehdasê Hesna Hesen axivîn.
Di axaftinan de bêdengiya navdewletî û rêxistinên mafên mirovan der barê siyaseta dewleta Tirk a dagirkirina Bakurê Sûriyê de jî hat şermezarkirin.
ANHA / ŞEHBA