Jinên herêma Efrînê li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya ji bo xwe amadekirina ji rewşên awarte re, perwerdeyên leşkerî dîtin û xwe fêrî bikaranîna çekan kirin. Bi dehan jinên ku di van perwerdeyan re derbas bûne li Salona Werzîşê ya bajarê Efrînê li hev civiyan û tabûreke xwe bi navê şehîd Sakîne Munzur bi merasîmekê ava kirin.
Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. piştre Rêvebera Yekîtiya Star Şêrîn Hesen derbarê girîngiya birêxistinkirina jinan de axivî. Hesen got ku divê jin bi hemû hêza xwe li gorî berjewendiyên gel tevbigerin.
Hesen di axaftina xwe de got ku bi taybet piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya xwe amadekirina ji rewşên şer re, divê jin ji hemû rewşên awarte re amade bin û axa xwe biparêzin.
Derbarê perwerdeyên leşkerî de ji bo jin xwe û zarokên xwe biparêzin, Hesen got ku xwefêrkirina bikaranîna çekan pêdiviyeke girîng di vê demê ye.
Di merasîmê de her wiha Hevseroka Meclîsa Zagonsaz Hêvîn Reşîd got ku ew wekî jinên Efrînê di pêkanîna erka xweparastina rewa de divê xwe wekî mînak nîşan bidin û wiha anî ziman: “Divê em li rex hêzên YPJ’ê ji bo parastina axa xwe wekî mertal li hemberî êrîşan li ber xwe bidin.”
Di dawiyê de tabûra şehîd Sakîne Munzur bi awayekî fermî hate ragihandin û merasîm bi durişmeyên silavkirina berxwedanan hêzên YPJ’ê li Kobanê û Şengalê bi dawî bû.
EFRÎN