Meclîsa Jinên Êzidî ya Şengalê bi daxuyaniyeke nivîskî bang li PDK’ê kir ku xebatkara Stêrk TV, rojnamevan Aysel Avesta serbest berde.

Meclîsê di daxuayniya xwe de bi bîr xist ku rojnamevan Aysel Avesta bi xwe Êzîdî ye û weha dewam kir: “Em vê helwêsta PDK’ê weke helwêsta li dijî jinên Êzîdî dibînin û qebûl nakin.”

Meclîsê diyar kir ku girtina Avesta ji aliyê PDK’ê ve xizmetkirina DAIŞ’ê ye û weha pê de çû: “Em wekî Meclîsa Jinên Êzîdî ya Şengalê dibêjin; êşên me mezin nekin. Hîna bîranîna fermanê li ser dilê me ye û me ji bîr ne kiriye. Em dixwazin Aysel Avesta di demeke zûtir de serbest were berdan.Eger neyê berdan, ev ê bibe sedema mezinbûna nerazîbûnên me û em ê çalakiyên xwe zêdetir bikin. Heya ku em Aysel di nav xwe de bibînin.” 

Xebatkara Stêrk TV´yê rojnamevan Aysel Avesta roja 19 Gulanê li Duhokê ji aliyê Asayîşa PDK’ê ve hat girtin û heta niha nehatiye berdan. 


 ŞENGAL