Girêdayî mijarê Hevseroka Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bajarê Girê Spî Leyla Mustefa ji ANHA’yê re axivî.
Jinên bajarê Girê Spî piştî ku bajarê wan hat rizgarkirin, dest bi xebatên birêxistina xwe kirin, mala jin û navendên perwerdehiyê yên jinan hatin vekirin. Ev yek ji aliyê Leyla Mustefa hat piştrastkirin.
Li gorî axaftina Leyla Mustefa, jinên bajêr karîbûn piştî avakirina Rêveberiya Xweser cihê xwe di nava hemû beşên jiyanê de bigrin, nêrîna xwe vebêjin, pêşniyaran bikin, projeyan birêve bibin. Tişta herî ber biçav jî ew e sîstema hevseroktatiya rêveberiyê ye.
Di rêveberiyê de ji sedî 30 jin in
Girêdayî van mijaran Leyla Mustefa got: “Jinên ji hemû pêkhateyan cihê xwe di nava komîteyên rêveberiyê de digrin. Em dikarin bibêjin di nava vê rêveberiyê de ji sedî 30 jin cihê xwe girtine.”
Mustefa bal kişand ser projeyên rêveberiyê yên jinan û destnîşan kir ku di rojên pêş de dê gelek jinan beşdarî xebatan bikin da ku karibe mafê kar ê rewa bikar bîne. Mustefa wiha girêdana serkeftina rêveberiyê bi beşdarbûna jinan ve girê da: “Jin hêmana bingehîn a serkeftina Rêveberiyê Xweseriya Demokratîk e.”
Ji bo ku jin bêhtir rola xwe di rêveberiya Girê Spî de aktîf bikin, Leyla Mustefa bang li tevahiya jinan kir ku di nava rêveberiyê de cihê xwe bigrin û got ku yên vê civakê birêve bibin jin in.
Mustefa got: “Gelek projeyên ji bo jinan hene. Di aliyê aboriya jin de jî em ê gavan bavêjin û projeyan vebikin.”
DICLE MÛSA/GIRÊ SPÎ/ANHA
‘Em biryarên Bexdayê nas nakin’
Waliyê Kerkûkê Necmeddîn Kerîm, li ser biryara Wezareta Karên Hundir a Iraqê ya derbarê guhertina cihê hin payebilindên ewlekariyê yên li Kerkûkê de, civîneke çapemeniyê lidar xist û Kerîm got, “Em êdî biryarên ji Iraqê tên wergirtin, bi taybetî jî biryarên li ser guhertina cihê hêzên ewlekariyê, nas nakin.”
Waliyê Kerkûkê Dr. Necmeddîn kerîm û Serokê Meclîsa Kerkûkê Rebwar Fayîk, ji bo biryarên rêveberiya Iraqê binirxîne, civîneke çapemeniyê lidar xist. Di civîna li avahiya Walîtiyê de hat ragihandin ku ew ê biryarên Bexdayê yên li ser Kerkûkê qebûl nekin. Di civînê de hat gotin, “Biryarên Wezareta Karên Hundir dikarin li Bexdayê bi cih bên anîn, dibe ku erka Wezaretê hebe dest li wir werde, lê belê biryarên Wezaretê yên li ser Kerkûkê wê neyên naskirin û bi cih neyên anîn.”
‘Em ê biryarên xwe bi xwe bidin’
Kerîm diyar kri ku ev biryar ancax dikare ji aliyê Komîsyona Ewlekariyê ya Kerkûkê û Meclîsa Walîtiyê bê wergirtin û got, “Heta roja îro hikûmeta navendî ya Iraqê fîşekek, wesayîtek an jî çekek jî ji hêzên ewlekariyê yên Kerkûkê re neşandiye. Lewma erka xwe nîne ku cihê hêzên ewlekariyê biguherîne. Ev biryar ancax dikare ji aliyê Meclîsa Bajêr, Komîsyona Emniyetê û Meclîsa Walîtiyê ve bê dayîn. Yanî biryarên xwe em ê bi xwe werbigirin.”
Wezareta Karên Hundir a Iraqê bi fermannameyekê re ragihandibû ku wê cihê wezîfeyê yê Midûrê Emniyetê yê Kerkûkê Cemal Tahir, Fermandarê Tûgaya Torhan Ebdullrehmanî Yarîderî, Midûrê Emniyetê yê Daqûqê û gelek efseran biguherîne.
ANF/KERKÛK