Şaxa Yekîtiya Star a Helebê, li Navenda Perwerde û Hişmendiya Jinan a Bajêr civîna xwe ya esayî lidar xist. Di civîna ku piraniya endamên komît û  meclisên jinan amadebûn, karê 6 mehên berê hatin nirxandin, bernameya 6 mehên pêş hate destnîşan kirin, li ser rewşa Heleb ji alî ewlekarî û aborî hate nîqaş kirin.

Civîn bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre Endama Koordenîsyona Yekîtiya Star Gulan Kawa axaftinek kir. Kawa bal kişand ser rewşa Heleb ji alî ewlekarî û bandora wê ya li ser jinan. Di berdewama axaftina xwe de Kawa dazanîn ku geşedanên li Helebê, koçberiya endamên meclisan ber bi gunda ve bandora xwe ya neynî li ser kar dike, ji ber vê yekê gerek jin valahiyên çêbûne bi endamên nû dagire, kar û xebatên navenda jinê ya çareser kirina pirsgirêkên jin ji berê baştir dombike.
Di civînê de peyama Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan a Newroza Amedê hate xwendin, li rapora xebat û çalakiyên meclisê ya berê hate guhdar kirin û nîqaş li ser hat kirin. Di dawiya civînê de bernameya xebat û çalakiyên meclisê yên 6 mehên li pêş hate destnîşan kirin. 

HELEB