Rêxistinên saziyên sivîl ên civakî di çarçoveya kampanya li diji tundiya li ser jinê de civina çapemeniyê pêk anîn. Di civînê de Serokê Meclîsa Kerkûkê Hesen Tûran, Endama Parlemantoya Iraqê Ala Talabanî û Endama Meclisa Hemwelatiyên Azad û Wekhev Sûrid Mihemed jî di navde jî bi dehan kes li Salona Walîtiya Kerkûkê amade bûn. Rêxistinên jinan daxwaznameyekî ji 15 xalan pêk dihat dan rayadarên Meclîsa Kerkûk. Di van xalan de bi taybet rayadaran daxwaz hate kirin ku stargeh ji bo jinên dibin metirsiyandene bên çêkirin, zawacên temen biçûk û bê qanûn bên qedexekirin. Taybet ji bo bajarê Kerkûk hate xwestin ku siyaset û ol bi temamî ji hevdû bine cûda kirin.
Di encamê civînê Endamê Meclîsa Iraqê Ala Talabanî ji ragiyandinê daxuyaniyek da û dazanîn ku wan wek jinan ê bajarê Kerkûk îro pirsgirêkê xwe nîqaş kiriye û wiha got “ pirgirêkê jinan li hemû Iraq û Kerkûk wekhevên. Bi taybet girtîngeha jinan ya Kerkûk kesên têde kar dikin wek jin kêmin. Êvaran ne diwarê ewlehî kar dikin wek jin kes namîne. Jinên li zîndanê de teslîmî zilaman dikin. Ev jî bi rastî dijî hemû mafê mirove.”
KERKÛK