Endamên Meclisa Jinê ya Kartalê di bernameyê de çand û hunerên Kurdan dan pêşandan. Di bernameyê de Hevseroka BDP'ê ya Kartalê Nurşehri Erîş, Berdevka Meclisa Jinê ya BDP'ê Ayten Toksoy û Endama Meclîsa BDP'ê ya Bajarê Stenbolê Rabia Tekas amade bûn. Li salona bernamyê wêneyên 3 jinên siyasetmedar ên Kurd Sazumankara PKK'ê Sakine Cansiz, Nûnera Meclisa Ciwanan Leyla Şaylemez û Nûnera KNK'ê ya Parîsê Fidan Dogan hatin vekirin. Bernameyê ji bo kesên di têkoşîna aştî û azadiyê de jiyana xwe j dest dane bi rêzgirtinê dest pê kir. Pişt re sirûda "Çerxa Şoreşe" hat xwendin.

Di bernameyê de Nurşehri Eriş, diyar kir ku ev bername û berhem hemû bi ked û henera jinan hatiye amadekirin û rengê jine û hunera jinê di vir de tê pêşandan. Erîş diyar kir ku rola jinê di nava tevgera azadiyê de pir zêde ye. Endama Meclisa Bajar a BDP'ê Rabia Tekas jî 3 jinên siyasetmedar ên Kurd bibîr anîn û qetilkirina wan şermezar kir. Takas, li ser çandê jî rawestiya û anî ziman ku li welatekî ango di nava civakekê de demokrasî tune be çand jî pêş nakeve û zindî namîne. Piştî axaftinan cil û berhên Kurdî yên herêma Mêrdîn, Erzîngan, Dêrsim û gelek herêmê ndin hatin pêşandan. Piştî pêşandanê jinên dengbêj derketin ser dikê û bi sewt û awazên xweş beşdarên şahiyê mest kirin. Bernameya şahiyê heta derengê şevê berdewam kir.

 DÎHA/STENBOL