Li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Kurd di sê atolyeyan de li ser navê Navenda Peywendiyên Derveyê yên Jinên Kurd li Hewlêrê (REPAK) Meral Çîçek bi sernava ‘Tevgera jin û ezmûnên wê yên rêxistinê’ beşdar bû. Çîçek dîroka rêxistinkirina xweser ya Tevgera Azadiya Jinên Kurd vegot.

Nûnera YPJ’ê Xaliya Namad jî bi mijara ‘Rola jinan di têkoşîna serbixwe ya ji bo azadiyê bi şerê êrişê re’ di konferansê de axaftinek kir. Xaliya Namad rola pêşeng a jinên Kurd û şoreşa Rojava vegot.

Endama KJA’ê Sultan Şafak pêşketinên siyasî yên li Bakur, şerê ku hikûmeta AKP’ê daye destpêkirin û berxwedana xwerêveberiyê di konferansê de vegot. 


Elaqeya mezin ji Jineolojiyê re

Xebateke din a atolyeyê ku jinên Kurd tê de cihê xwe girt, bi sernavê ‘Têkoşîna Azadiya Jinê’ bû. Ji bo vê atolyayê jî ji Buroya Aştiyê ya Jina Kurd Cenî ku navenda wê li Elmanyayê ye, Songul Talay beşdar bû. Talay behsa têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd kir û zanista jiyanê ya ku jina Kurd bi pêş xistiye, Jineolojî vegot. Nûnera Cenî îdolojiya rizgariya jina Kurd di 5 rêgezan de xulase kir û behsa aliyê şênber yê têkoşîna îdolojîk di civakê de kir.

Li kêleka vegotina van ezmûnên hemû jinên cîhanê wê nîqaşên hevbeş bimeşînin. Encama nîqaşên ku çêbûne wê roja dawî ya konferansê ango 18’ê Adarê bi civîneke encamê were ragihandin. 



ROJNEWS / KATHMANDU