Jinên ku li bazarên kar, bi keda destê xwe debara xwe dikin, bi hezar û yek zehmetiyan kar ji xwe re peyde dikin û hewl didin li ser piyên xwe bisekinin. Jinên nanpêj ên Silêmanî jî ji van jinan in û wan ji hemû jinan xwest ku çavê wan ne li destê mêrê wan be, pişta xwe bi hêz û fikra xwe xurt bikin.

Krîza aborî û siyasî ya Başûr dike ku jin bi xwe deerfetên kar ji xwe re biafirînin û debara mala xwe bikin. Beşek ji van jinên nanpêj ên Silêmaniyê yê zehmetkêş in ku hem karê malê dikin û hem jî ji bo debara mala xwe li derve jî nan dipêjin. 

Menîce Şerîfa 65 salî guh nade navserebûna xwe saet 5´ê sibehê dest bi karê xwe dike. Pereyê didin wan jî li gorî ardê dikin nan, tê hesibandin. Menîce Şerîf li kargeheke nanpêjiyê a Silmanî kar dike, pêşî ard li bêjingê dixe, paşê hevîr dike û dest bi çêkirina nanê sêlê dike.

Rûpak Resûla 38 salî jî li heman kargehê dixebite rojane saet 11´an dest bi çêkirina naweşkêne (nanekî taybet bi herêma Silêmanî ye) dike û rojê qederê 60 naweşkênan çêdike." 


ROJNEWS / SILÊMANÎ