Endamê hîndekarê Zanîngeha Lund Cecilia Pernbrant diyar kir ku berê lêkolîneke wisa li ser jinan nehatiye kirin û lê ji ber ku der barê ku jinên penaber zêdetir rastî şîdetê tên belge hebûn, me ev mijar girt dest. Perbrant ku li Beşa Zanista Tenduristiya Gel peywira doktoriyê dike, diyar dike ku lêkolîn li ser çar çavkaniyên cuda û 18 hezar jinî pêk aniye û got ku di encama lêkolînê de derketiya holê jinên penaber yên aboriya malbata wan ne başe, li gorî jinên Swêdî, zêdetir şîdetê dibînin û bi rîska mirinê re rû bir û ne. Hejmara jinên penaber yên ku di encama şîdetê de jiyana xwe ji dest didin jî li gorî jinên Swêdê 3 qat zêde ye.
Perbrant sedemên pêkanîna şîdetê ya li ser jinên penaber, aborî, şêwirmendiya civakî û welatên ku jê koç dikin jî newekheviya zayendî lê pir zêde ye. Perbrant destnîşan dike ku welatên ku wekheviya jin û mêr lê pir şûde ye, dema malbatê wan koçî Swêdê dikin derfetên jinan zêde dibin û derfetên mêran jî kêm dibin. Ji ber vê jî mêrên ku ji wendakirina desthilatdariya xwe ditirsin dest bi şîdeta psîkolojîk, tê kirin û fîzîkî dikin. Sedemeke din ya ku şîdeta li ser jinên penaber zêde dike, eve ku ziman nizanin. Ligel ku rastî şîdetê tên û ziman nizanin rastî şîdetê tên. Perbrant diyar dike ji bo şîdeta li ser jinê kêm bibe, divê zêdetir bê lêkolînkirin û pêşî lê bê girtin. Konseya Pêşî lêgirtina Sucdariyê (BRA) diyar dike ku di 20 salên dawî de her sal nêzî 95 kesî jiyana xwe ji dest didin. Lê hejmara kuştina jinan di salên dawî de kêm bûye. Di 2010’an de 91, di 2011’an de 81, di 2012’an jî 68 ji hatin qetilkirin.
ANF/STOCKHOLM