HELEB: Bi heman armancê li Helebê jî bi dehan endamên Yekîtiya Star li ber navenda Zanistî û Perwerdeya Jinan a taxa Şêxmeqsûd hatin cem hev. Jinên ku hemû pêkhateyên herêmê pêk dihatin bi rêzgirtinê dest bi çalakiya xwe kirin. Piştre li Endama Yekîtiya Star Gulan Kawa axivî û tundiya li dijî jinan şermezar kir. Gulan Kawa destnîşan kir ku jinên Rojava xwe bi rêxistin kirine û bi hemû hêza xwe li dijî hemû cûriyên tundiyê liberxwe dane.
TIRBESPIYÊ: Bi heman armancê li Tirbespiyê endamên Komeleya Jinan a Suryaniyan û Yekîtiya Star li navenda Partiya Yekîtiya Suryaniyan a bajêr hatin cem hev û civîn lidar xistin. Civîn bi rêzgirtinê destpê kir û piştre Endama Komîteya Dîplomasî ya Partiya Yekîtiya Sûryanî Şamîran Denho axivî û cûreyên tundiya li dijî jinan anî ziman. Piştre li endama Komîteya Têkiliyan a Yekîtiya Star Nîlî Elî axivî û da destnîşan kir ku jinan li ser fikrê Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan xwe rizgar kiriye.
DÊRIK: Bi heman armancê li herêma Koçerat a Dêrikê jî Yekîtiya Star meşa jinan orgenîzekiribû. Bi sedan jinên ji herêma Koçerat û gundên derdorê tevlî meşê bûn. Jinan di saetên sibê de ji ber noqteya Asayîşê ya gundê Xana Serê dest bi meşa xwe kirin. Jinên ku Posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, alên Yekîtiya Star û wêneyên tekoşerên jin vekiribûn, bê navber diruşme berz dikin heta riya giştî ya Qamişlo Dêrik meşiyan. Li vir li peyamên bi dengê Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ên derbarê jinan de hate guhdarkirin û piştre endama Yekîtiya Star Meyasa Mehmûd daxuyaniya Yekîtiya Stra a li dijî tundiya li ser jinan xwend. Piştî xwendina daxuyaniyê jinan bi diruşmeyan dawî li çalakiya xwe anîn.
HESEKÊ: Bi heman armancê li bajarê Hesekê jî Yekîtiya Star û Yekîtiya Jinan a Suryaniyan li navenda Çand û Hunerê ya bajêr semînerek hate lidarxistin. Semîner bi tevlîbûna sedan jin bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre endama Komîteya Dîplomasî ya Yekîtiya Star Ranya Ferman daxuyaniya Yekîtiya Star a li ser roja li dijî tundiya ser jinan xwend. Her wiha berpirsa Yekîtiya Suryaniyan Sham Qiryo daxuyaniyek li ser rola jinan a di şorşê de xwend.
NAVENDA NÛÇEYAN