Ji beşdarên kampê endama HNSS Baha got, “Me bihîst ku wê kampeke perwerdeyê ya ji bo xurtkirina pozîsyona me ya li Hesekê bê lidarxistin. Ji bo em karibin xwe biparêzin, tevlîbûna li vê kampê ji bo me gelekî girîng bû. Ji bo parastina ax, çand, gel û zimanê xwe em amade ne her tiştî bikin. Eger ji me bê xwestin ku  em rahêjin çekê û biçin şer, em ê wê jî bikin.”


Perwerde ji bo siberojê girîng e

Baha da xuyakirin ku ji bo xurtkirina xwe, ji bo parastina xaka xwe û ji bo azadkirina Mezopotamyayê, bi jiyana hemû gelan a di nava aştiyê de, divê ew rahêjin çekan û got, “Di vê kampê de em hînî gelek tiştan bûn. Hevrêyên me em perwerde kirin. Ji ber ku jiyana leşkeriyê û jiyana li malê ji hev gelekî cuda ne, perwerde her tim ne hêsan bû. Lê belê em ê ti carî ji vê gava me avêtine venegerin.

Dîsîplîna em li kampê hîn bûn, ji bo me hêmana herî girîng a xwegihandina serketinê ye. Tevî ku kamp bi dawî bûye jî spora me ya rojane dewam dike û em bi xurtî dixebitin. Eger kampeke din a mîna vê were lidarxistin, ez bawer im hîn bêhtir jinên Suryanî wê beşdar bibin. Her tişta em li vê kampê hîn bûn, ji bo siberoja jinên Suryanî gelekî girîng e.” 


 ANHA / HESEKÊ