REWŞAN DENÎZ Li Hindistanê di mîtolojiyê de konsepta Adî Paraşaktî heye, dayika mezin a ku tevahiya gerdûnê, kozmoz û dewra jiyanê bi xwe, pê hatiye afirandin. Ev baweriya xwedayeke herî pêşî ya dayik di mîtolojî û baweriya Hindûyan de her heye. Lê gava em berê xwe didin roja îra ya civaka Hîndû, em dibînin ku jin di bîra giştî ya civakî de ji ber xweşikahiya xwe cihê xwe girtine. Yanî ew tesîra mirov li bendê ye ji ber mîtolijiyê, xuya ye bi baviksaleriyeke xurt hatiye ber nemanê. Belkî jî nakokiya li Hindistanê ew be ku çendek hêzên jin tên bibîranîn, lê keçên wêrek zûzûka tên jibîrkirin. Medyaya Populer a Hindistanê behsa çendek qehremanên jin bike jî peywenda wan têra xwe ne baş e; ev jinên behsa wan tê kirin jî Ranî Lakşmî Bay ya ji Cansî, Chalkarî Bay ji Cansî, Raziya Sultana Siltaniya Delhî û hineke din. Lê gelekên din jî hatine jibîrkirin. 6 ji wan ev in: 1. Melîke Dîdda ji Keşmîrê: Ew keça Melîk Simharaca yê Loharayê ye li Pîr Pancalê. Li gorî efsaneyê, bavê wê dixwest wê bikuje, ji ber ku ew seqet bûye. Lê ew sax ma û bû keseke gelekî xurt. Ew bi Melîk Kşemagupta yê Keşmîrê re zewicî û meliktiyên Keşmîr û Lohara kirin yek. Kurê wê yê zaro sala 958’an dibe melik. Piştî ku kurê wê dimire, ew bi xwe neviyê xwe dikuje da ku bibe melîke. Ew ji 979’an heta bi 1003’yan dibe mezina meliktiyê ye. Ew weke dahiyeke îdareya meliktiyê tê zanîn. 2. Ranî Velû Naçiyar: Di şerê li dijî împeryalîzma Brîtanî de jî hin jin li pêş in. Melîke Velû Naçiyar a 1730 ji dayik bûye, yek ji van jinan e. Gava Brîtaniyan êriş bire ser Sîvagangay, melîk hat kuştin; Ranî Velû Naçiyar tevî keça xwe karîbû xwe xilas bike. Sala 1780’yî bi alîkariya Heyder Alî yê ji Mîsore û Gopala Nayakar, Ranî Velû Naçiyar zora brîtaniyan bir û dewleta Sîvagangay dîsa bi dest xist. Wê deh salan welat bi rê ve bir, heta ku keça wê şûna wê girt. 3. Çand Bîbî ya Dekanê: Jinekê zora yek ji împaretorên herî mezin ê dîroka Hindistanê yê bi navê Akbar, bir. Navê vê jinê Çand Bîbî ye ku zora artêşa Akbar sala 1595’an bir. Ew keça Siltanê Ahmednagar bû û bi Sultanê Bîcapur re zewicî bû. 4. Melîke Abbakka Çowta ya ji Karnataka: Wê gelek caran hêzeke gelekî mezin a deryayî yanî ya Portûgalê gelek caran li ser hev şikand. Ranî Abbakka ji xanedana Chowta û ji civaka Tuluva bû. Ew sala 1525’an bûbû desthilat li paytexta welatê xwe Ullalê. Portugaliyan bi hêza xwe ya xurt peravên rojava yên Hindistanê kontrol dikir û zora mîrên serî hildayî jî zûzûka dibir. Lê wan bi Abbakka nekarî. Wê 1555’an û 1568’an du caran zora hêzên Portugalî bir. Artêşa wê jî kozmopolîtan bû, tê de Hîndû, Misilman û şervanên ji kastên cihê hebûn. 5. Ranî Durgavatî ya ji Gond: Durgavati keça mîr Çandela Rajput. Ew li keleha Kalinjar a îro li eyaleta Uttar Pradeş e. Desthilatê Malwa yê bi navê Baz Bahadur êrişî welatê wê kir, lê ev êriş hatin şikandin. Piştî vê, sala 1562’yan generalên împaretorê Muxal, Akbarî, êrişî Durgavatî kir. Wê xwe serê pêşî hinekî vekişand û şerê artêşa împaretor kir tevî kurê xwe. Gava kurê wê birîndar bû jî, wê bi tenê artêşa xwe bi rê ve bir. Di şer de ew jî birîndar bû û ji bo ku nekeve destê dijminê xwe, wê xwe kuşt. 6. Melîke Avantî bay a ji Ramgarhê: Ew hevjîna Rajahê Ramgarhê bû. Destpêka sala 1850’î Rajah nexweş ket, ji ber ku kurê wê jî piçûk bû, Melîke Avantî bû desthilat. Dagirkerên Brîtanî ji vê aciz bûn. Xwestin wê ji desthilatê daxin. Wê ev qebûl nekir û serî li ber wan rakir. Wê sala 1857’an ji mîrtiyên dora xwe re xeber şand da ku li dijî dagirkeran bibin yek. Gava ku Brîtaniyan sala 1857’an êrişî wê kir, wê bi fermandariya artêşa xwe ew şikandin. Brîtanê wê paşê bi artêşeke mezintir êrişî wê bikarana. Adara 1858’an gava ku şikestina wê diyar bû, wê bi xwe, xwe kuşt.