Di vê buroyê de sê jinên ciwan ên ji Kobanê wekî nûçegîhan dixebitin. Ev nûçegîhan bi zimanê Kurdî wê nûçeyên girêdayî rastiya jina têkoşer a Kobanê û berxwedana ku li hemberî dijminên mirovahiyê daye meşandin, binivîsin. Her wiha dê hewl bidin ku rastiya jinên têkoşer bigihînin tevahiya cîhanê.

Yek ji xebatkarên buroyê Rebîa Êto ye. Rebîa dibêje ku ew dixwazin tişta ku jinên Kurd li Kobanê jiyayî ragihînin.

Di 8’ê Adara 2011’an ango Roja Cîhanê ya Jinan de sê rojnamevanên jin ên Bakûrê Kurdistanê ev ajans damezirandin û yekemîn buroya wê vekirin. Di 25’ê Mijdara 2014’an ango roja tekoşîna li hemberî tundiya li dijî jinê buroya JINHA’yê li bajarê Qamişlo hat vekirin. Tê payîn ku di mehên pêş de buroyeke JINHA’yê li Kantona Efrînê jî were vekirin.  


 ANHA/KOBANÊ