
Di hevpeyvîna Salig Dogan de ku ji bo rojnameya me bi Hevserokê Konseya Rêveber a KCK´ê Cemîl Bayik re kirî, Bayik got, PKK di nava 40 salan de neteweyek ji nû ve ava kiriye.
Bayik li ser pirsa gelo guhertina paradîgmayê di nava PKK´ê de nebûya, wê çi biqewimiya jî dibêje, “Heger piştî komploya navneteweyî ev guhertinên teorîk ên paradîgmatîk neqewimiyane, muhtemel bû ku PKK tasfiye bibe.”
Em berê xwe bi berfirehî bidin bersiva vê pirsê; Cemîl Bayik paşê dibêje, nûkeriya teorîk, guhertina zêhniyeta siyasî, û xurtbûna zêhniyeta jiyana demokratîk û azad a civakê kir ku PKK piştî bêbextiya navneteweyî xurttir bibe û wiha dewam dike: “Heger PKK negihiştana têgihiştina neteweya demokratîk, heger têgihiştina konfederalîzma demokratîk a xwe disipêre civaka rêxistinkirî derneketa holê, PKK mumkin bû bi tesfiyebûnê re rûbirû bimana. Wê nekariya nirxên piştî komployê hilberandî, hilberîne. Serketin bi dest neaniyana.”
PKK bû pêşeng
Cemîl Bayik dibêje, vê zêhniyetê PKK hem di nava Kurdan de kir yekane hêza bi tesîr û hem jî li Rojhilata Navîn ji bo jiyana demokratîk û azad kir pêşeng: “Komên din li zêhniyeta klasîk a netewe-dewletê aliqîn; bi ti awayî bi pêş neketin. Herçend li Başûrê Kurdistanê hin partî bi desteka hêzên ji derve ve li ser piyan mabin jî, li hemberî zêhniyeta neteweya demokratîk û têgihiştina wê bêtesîr man. Êdî wiha li wan hat ku li devera xeta Rêber Apo û PKK´ê heyî, pêjna wan jî nikarîbû bê.”
Yekane hêza çareseriyê PKK ye
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK´ê Cemîl Bayik, dibêje Ocalan bi vê yekê komploya navneteweyî pûçkiriye û heta kiriye ku PKK bi xeta xwe ya neteweya demokratîk, ya şoreşger demokratîk a ji dewletparêzsiyê dûrketiye bûye xwedî tesîreke girîng di nava miletên dinyayê de û wiha dewam dike: “Niha temamê derdorên demokratîk, yên sosyalîst bi baldarî berê xwe didin paradîgmaya PKK´ê Civaka bi Azadiya Jinê ya Demokratîk û Ekolojîk. Bi vê awirê mirov li meseleyê binihêre, xeta neteweya demokratîk a PKK´ê kelecaneke mezin çêkiriye.”
Bayik dibêje, ne tenê ji bo Kurdistanê, ji bo tevahiya Rojhilata Navîn jî PKK veguheriye yekane hêza çareseriyê û wiha dirêjiyê dide gotinên xwe, “Li Rojhilata Navîn rewşa kaosê, rewşa şerê sêyemîn ê dinyayê, xeta Rêber Apo û xeta PKK´ê veguherandiye yekane xeta ku dikare pirsgirêkan çareser bike. Kî li Rojhilata Navîn doza aştî û îstîqrarê bike, kî bixwaze ji pirsgirêkên heyî yên li Rojhilata Navîn xwe xilas bike, ew neçar e xeta Rêbver Apo û PKK´ê ya îdeolojîk, teorîk, paradîgmatîk û pratîka wan afirandî li ber çavan bigire.
Em dikarin bi rehetî bibêjin, nirxandinên teorîk, xeta neteweya demokratîk û têkoşîna di ber van de a Rêber Apo li Rojhilata Navîn teqez rê vekiriye li ber veguherîneke girîng a zêhniyetê. Ev hem li deverê zorê li hêzên statukoparêz dike û hem jî zorê li hêzên dest werdidin herêmê dike. Di vê peywendê de divê her kes yan xwe li gorî vê heta radeyeke diyar biguhere yan jî di çûnnehata Rojhilata Navîn de bê çareserî bimîne, û têk biçe.”
NAVENDA NÛÇEYAN