BÊRÎTAN MEDUSA/OLVA HAC MENSUR / ANHA/HESEKÊ
Di Adara 2016’an de sazî û rêxistinên girêdayî jinan ên herêma Cizîrê dest bi avakirina yekemîn gundê taybet bo jinan ê bi navê Jinwar kir.
Gundê Jinwar yekem gundê jinan e ku li Rojhilata Navîn. Gund ji 30 malan, dibistana bi navê Dibistana Dayika Ûweyş, Akademiya Jinwar, navendeke tenduristiyê, firin û dikanekê pêk tê. Xaniyên gund bi heriyê hatine çêkirin û deriyên hemû xaniyan beramberî hev in.
Jinwar ji bo hemû jinan e
Jinwar 25’ê Mijdarê roja têkoşîna li dijî tûndiya li ser jinê bi awakî fermî hate vekirin, 8 jin bi zarokên xwe re li gund bi cih bûn û bi awayekî komînal dijîn. Jinên ku bûne mexdûrên zilaman, hevjînên şehîdan û jinên ku bixwazin li gund bijîn, derbasî gund bûn. Di heman demê de deriyê gundê Jinwar ji bo hemû jinan vekirî ye. Jin bi rêya Kongreya Star û Mala Jinan derbasî gund dibin. Piştî jin li gundê Jinwar bi cih bûn, niha jî dest bi birêxistina gund kir. Li gundê Jinwar meclis hat vekirin.
Berdevka gundê Jinwar Fatma Derwîş li ser rêxistina Jinwarê agahî dan. Fatma diyar kir ku wê karê gund bi awayekî komînal bê kirin û got: “Piştî gund hat vekirin jinên li gund bi awayekî hevbeş kar parve kirin. Wek karên parastin, çandinî, xwarin çêkirin û hwd ji aliyê jinên ku di gund de cih digirin ve hatiye parvekirin. Wê her hefte civînên xwe li dar bixin û her meh meclis kom bibe û karên xwe biguherin. Dîsa di heman demê de dê perwerdeya ji bo xwenasîna jinan bên dayîn û rewşa jinan tê de bê şîrovekirin.”