Di bin kîlometreyek qeşeyê de bifikirin deryayek heye û di wê deryayê de jiyan heye. Niha dev ji vê fikra xwe berdin, li Antartîkayê, di deryaya binqeşayê ya bi navê Mercer de komeke zanyaran a ji 25 kesan lêkolîn kir. Di encama lêkolînê de derket holê ku di milîlîtreyeke ava vê deryayê de 10 hezar şaneyên bakteriyel hene. Li behra servekirî ev rêje gelekî zêdetir e, di mîlîlîtreyekê de milyonek şaneyên bakteriyel hene.

Li gorî lêkoleran, ev bakteriyên hanê ku li hawîrdoreke bi temamî bê ronahî sax in, bi bermahiyên nebatên fotosentezê dikin, ên ku di vê deryayê de beriya bi 5 hezar ta 10 hezar salan asê mane, xwe xwedî dikin. Ango li gorî wan hingê, têkiliyan van deryayên binqeşayê û asê bi behra servekirî re hebûye.

 

FRANKFURT