Bayik bû mêvanê bernameya taybet a Ronahî TV û di salvegera sêyemîn de Şoreşa Rojava nirxand. Bayik got, „Salvegera 3. a Şoreşa Rojava di şexsê gelê me yê Rojava û şervanên azadiyê yên leheng de, li tevahiya mirovahiyê pîroz be.“Bayik da xuyakirin ku beriya çend salan Kurdên li Rojava ji aliyê mirovan ve baş nedihatin naskirin û destnîşan kir ku nasname û nirxên şoreşgerî yên bi Şoreşa 19’ê Tîrmehê derketin holê, êdî ji aliyê tevahiya cîhanê ve tên qebûlkirin.
‘Çareserî neteweya demokratîk e’
Bayik bal kişand ser sîstema neteweya demokratîk a ku Şoreşa Rojava li dijî netewe dewletê diafirîne û got, „Li Rojhilata Navîn sîstema netewe dewlet ji hev dikeve. Ev rewş îro li Iraq, Sûriye, Misir û Lîbyayê bi awayekî şênber tê jiyîn. Li şûna vê sîstemeke dewletê ava nabe. Niha li dewsa vê sîstemeke nû diafire. Ev sîstem jî sîstema neteweya demokratîk e ku niha li Rojava dikeve meriyetê. Ji vê mînakê jî her kes dibîne ku pirsgirêkên li Rojhilata Navîn bi tenê bi vê stratejî û siyasetê dikarin çareser bibin.“
Pêşengiya şoreşa Rojhilata Navîn
Cemîl Bayik bal kişand ser girîngiya avakirina sîstema civakî ya Şoreşa Rojava ya li ser bingeha rêbaz û ruhê berxwedana 14’ê Tîrmehê û axaftina xwe wiha dewam kir: „Gelê me çawa ku şoreşa siyasî pêk anî, divê ji bo serketina vê oreşê li qada civakî jî vê temam bike. Gelê me yê li Rojava û şervanên azadiyê fedekarî û lehengiyeke mezin nîşan dan. Divê gelê Rojava hem şoreşa xwe ya civakî hem jî şoreşa demokratîk a Sûriyeyê pêk bîne. Girîng e gavên vê yên leşkerî û siyasî biavêje, di vî warî de pêşengiyê bike. Li ser vê bingehê divê hem gef û xeteriyên li ser şoreşê beralî bike, hem biparêze, hem jî ji bo şoreşa demokratîk li tevahiya Sûriye û Rojhilata Navîn belav bibe, pêşengiyê bike.“
Bayik anî ziman ku girîng e aliyê aboriyê yê şoreşê jî were pêşvebirin û destnîşan kir ku divê ev yek jî bi şoreşa civakî re di zikhev de bê kirin. Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik herî dawî ev nirxandin kir:
„Pêwîste gelê me têgihiştin û rêxistinbûyîna xwe ya parastina rewa xurt bike. Ev yek ne tenê li ser bingeha xurtkirina hêzên leşkerî, divê weke gel parastina rewa bê xurtkirin. Divê tevahiya gelê me rahêje çekan û li ser vê bingehê xwe perwerde û bi rêxistin bike. Li dijî DAIŞ‘ê û hemû hêzên mêtînger divê li gundan, bajaran û taxan, sîstema binê erdê, tunelan, sîstema mewziyan ava bike. Divê gundê xwe, bajarê xwe, taxên xwe neterikînin. Jiyan jî hebe divê li ser xaka xwe be, mirin jî li ser xaka xwe. Parastina Rojava parastina tevahiya Kurdistanê ye. Bi xwedîderketina li Şoreşa Rojava re em dikarin bibin xwedî jiyaneke bi rûmet. Lewma divê her kes berê xwe bide Şoreşa Rojava û xwedî lê derkeve.“
NAVENDA NÛÇEYAN