Yek ji fermandarên YJA Starê Amara Ronahî got: Pir heywan (ruhber) hene ku em wan xwedî dikin, lê em wan weke milkê xwe nabînin, wan heps nakin, wan di xwezaya wan de dihêlin dûr naxin. Wek em çawa dijîn ew jî bi xwerista xwe dijîn û pir feyda wan jî heye. Gerîla eger di vê xweristê de bijî pêwîst e van zindiyan jî weke xwe bibîne û hîs bike. SÎSER HAWAR/BEHDÎNAN