
Muzîkjen Mehmet Akbaş, ku newaya muzîka Kurd û newaya muzîka gerdûnê di nava hev de dirêse û berhemeke nû ava dike, diyar kir ku ew ji koka xwe xwe xwedî dike û muzîkê bi pêş dixe. Akbaş got, muzîka Kurd jî û muzîka gerdûnî jî bandora xwe dikin û ya ku muzîkê bi teşe dike jiyana wê serdemê bi xwe ye ku ew muzîk tê de bi gewde dibe.
Hunermendê Kurd û muzîkjen Mehmet Akbaş, hem muzîka Kurdî û hem jî mûzîka cîhanê di nava hev de dirêse û bi newayeke nû derdikeve pêşberî guhdarê xwe. Akbaş, diyar kir ku herî baş ew bi muzîkê dikare xwe bîne ziman û bal kişand ser qeydkirina muzîka Kurdî. Akbaş anî ziman ku muzîk ji bo wî awaz û nefes e û bi vê awaz û nefesê dikare xwe îfade bike.
Her giya li ser koka xwe
Akbaş, destnîşan kir ku wekî muzîkjenekî Kurd beriya her tiştî xwe ji koka xwe xwedî dike û wiha got: “Çavkaniya min formê me yên gelêrî ne. Dîsa çavkaniyên gerdûnê yê bê sînor in. Niha derfetên me yên ku em li gelek cûreyên muzîkê guhdarî bikin hene. Ya ku muzîkê bi teşe dike, hinekî serdema ku mirov tê de dijî ye. Her mirov li gorî derfetên serdema xwe muzîkê ava dike. Albuma min beriya bi 5 salan bi navê Pîa derket. Min normên gerdûnî kirin hedef û min album amade kir. Ji ber vê yekê BBC jî di nav de di radyoyên cîhane de li nêzî 10 stranên min hat guhdarîkirin. Li dîsteya Muzika Worldê de cih girt. Min bi muzîka xwe bi cîhana derve re pirek danî. Me muzîka herêma xwe derxist derve û me xwe bi sînor nekir.”
Cihdana xurtên mûzêka Kurdî kêm e
Akbaş îşaret bi girîngiya cihdana stranên ji şêwezarên cihê û Soranî kir, û got: “Zimanê zikmakî yê Pia bêhtir bi Dimilî bû. Li aliyê din me cih da zarava û zimanên din ên li ser ve erdnîgariyê jî. Stranên gelêrî yên min kom kirine û li ser xebitîme, repartuwara albuma min çêdike. Di muzîka Kurdî de xebatên girîng û hilberînên girîng hene. Van salên dawiyê stranên di lîsteya muzika world de hene û di rodyoyên cîhanê de tên guhdarîkirin hene. Gelê Kurd çiqasî ji vê yekê agahdar e? Çapemeniyê çiqas cih da vê yekê. Gelê Kurd bi van hunermendan re çiqas hat cem hev. Di civakên din de nûçeyên bi vî rengî dikin manşetên rojnameyan. Heta beriya nbi çend salan li herêmê bi sedan mihrîcan pêk hatin. Di van mihrîcanan de hunermenden ku hêzê didin muzîka Kurd baş nehatin bicihkirin.
Stranên Kurdan ji ber ku statuya wan nîne
Akbaş, destnîşan kir ku di lêkolîn û berhevkirina muzîka Kurdî de Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) xebatên girîng kirine û wiha peyivî: “Rêza Şahiya Stranan hebû. Xwezî ev xebat bêhtir bi pêş ketibûya û bidomiya. Ev xebateke gelekî bi wate bû. Yek ji van xebatan strana me ya Leyla ye. Divê ev xebat bê nûjenkirin. Ne tenê stranên Kurdan stranên gelên din jî pirr dizîn. Sedema vê yekê jî nebûna statuya Kurdan e.“
Stranên ji pîr û kalan emanet mayî
Mehmet Akbaş behsa kar û xebata xwe ya li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê jî dike û dibêje, “Niha du konserê me hene. Di 30’ê Îlonê de li Stenbolê konsereke me heye. Di 7’ê Cotmehê de jî konsera nivîskara stranên me, Birêz Ruşen Alkar heye. Em dê bi hevalê me Mirady re bi muzîkhezên Amedê re bên cem hev. Her ku derfet çêdibin ez projeyan çêdikim. Stranên ku min bi Dimilî ji herêma Pîranê û derdora wê kom kirine, hene. Di salên 90-2000’î de pirsgirêka çûnûhatinê ya Elmanyayê hebû. Xebatên me yên Wenge Sodire hebûn. Stranên ku min ji pîr û kalên xwe emanet girtin jî pirr zêde ne. Her ku min derfet dît, min ji mirovên gundên derdorê re jî kom kirin. Ez niha van stranan bi newaya xwe bi cîhanê re parve dikim.
Dayika min di malên şînê de zêmaran dibêje. Li cem me berê jinan di dawetan de mil dixistin milên hev û govend digerandin. Stranên govendê bi hev re digotin. Dîsa birayê min di muzîkê de ketiye pêşbirkê.”
DÎCLE MUFTUOGLU / MA / AMED