Her çiqas dewlet dixwaze taxên azadbûyî yên li Nisêbînê ji mirovan xalî bike û polîtîkayên koçberiyê têxe meriyetê jî, gel bi biryardariyeke mezin xwedî li berxwedan û axa xwe derdikeve. Li dijî êrîşên hêzên dewletê li aliyekî xebatên xwerêvebirinê didomin û li aliyekî jî gel di çarçoveya xweseriya demokratîk de xwe birêxistin dike.
Gelê Kurd ku ji bo parastina gel hêzên YPS û YPS-JIN avakirin, li kolanên taxan her kêlî bend û barîqatan ava dikin û qewîtir dikin. Li aliyekî jî gel jiyana xwe ya rojane di çarçoveya hevpar ango komûnaliyê de berdewam dike.
Li pişt barîqatan 3 nifş hene
Li taxan zarok, jin, dayik, kal û pîr bi kêfxweşiyek mezin li pişt barîqatan di nav hewildana jiyana azad de ne. Piştî daxuyaniyên Wezîrê Karên Hundir Efkan Ala yên têkildarî operasyonan gelê taxên azad jî dest bi amadekariyên xwe kirin. Welatî li aliyekê amadekariyên ambargoyek dirêj û li aliyê din jî amadekariya berxwedanê di asta herî jor de dimeşînin. Welatiyên ku bi biryar in axa xwe bernedin, banga berxwedanê li her kesî dikin.
MÊRDÎN