Li atolyeya resîmê 3 jinên xwendekar bi nexşên ku li ser kaxizan dineqişînin regn û ruyê jiyana herêmê dide nîşan. Xwendekarên ku bi derfetên xwe di atolyeyên peyker, resim, folklor û hunerên din ên destan de dixebitin berhemên rengîn û zindî derdixin holê. Li oteya atolyeyê ya navenda Çandê ya Geverê 3 jinên lîseyê piştî dibistan ketin betlana 15 rojan hunera xwe nîşan dan. Jinên bi navê Sevda Kirkagaç, Mizgin Karaman û Sipel Arslan bi resîmên ku xêz kirin jiyana herêmê vedibêjin.  Xwendekara Lîseya Geverê Sevda Kirkagaç, jî anî ziman ku şert û mercên jinan bên başkirin dê karibin berhemên giranbuha derxin holê û wiha got: "Ger ku alîkarî û piştgiriya maddî bê dayîn em dê karibin berhemên baş derxin holê. Em di nava şert û mercên pir kêm de van berheman diafirînin. Ger ku alîkarî bê karin em dê bêtir serekftî bin. Em bêtir reng û xebata jinê derdixin pêş. Karê Teşî şehkirina hiriyê, bêrîvan û her wekî din çêdikin.

Xwendekara Lîseya Geverê Mizgin Kahraman jî anî ziman ku ligel derfetên Komeleya Çand û Hunerê ya Geverê pir kêm in jî dîsa gelek xebatên baş tê kirin. Karaman xwest polîtîkayên ku piştgiriyê dide çand û hunerê peş bikevin û xwest dengê wan bê bihîstin."
3 jin dê berhemên xwe di 18-19'ê Sibatê de li Kargeriya Orientê pêşkêş bikin.

 DÎHA/COLEMÊRG