
Bi sedan Kurdistaniyên ku li Swîsreyê ji bo azadiya Ocalan meşiyan got: “Sedema şer û aştiyê Ocalan e. Bila her kes baş zanibe ku jiyanek bê Ocalan em ê li her kesî tarî bikin.”
Kurdistanî û dostên wan ên di pêşengtiya Ciwanên Azad û Jinên Ciwan ên Swîsreyê de li Baselê kom bûn, bi meş û mîtîngekê tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kir, daxwaza azadiya Ocalan kir.
Bi sedan kesên ku li Basel Dreirosenbrukc kom bûn, pankarta li ser “Ji Ocalan re azadî” nivîsandî, hiligirt û heta Caserne meşiyan. Di meşê de ji bo azadiya Ocalan, bang hate kirin û hat her kes dakeve meydanan.
Divê ciwan xwedî li Ocalan derkevin
Piştî meşê li mîtînga li Casernê, li ser navê Ciwanên Azad ên Swîsreyê axaftin hate kirin. Di axaftinan de hate destnîşankirin ku divê ciwanên Kurd di nava her şert û mercî de xwedî li Ocalan derkevin. Di axaftinan de hate bibîrxistin ku tecrîda girankirî ya dewleta Tirk li ser Ocalan dide ferskirin di heman demê de tê wateya tecrîdkirina gelê Kurd jî û wiha hate gotin: “Weke ciwanên Kurd em li vir qîr dikin; jiyanek bê Ocalan em ê li her kesî tarî bikin.”
Li ser navê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (NCDK) a Swîsreyê Fuat Komur got, yên ku parastina azadiya Ocalan dikin di heman demê de parastina azadiya hemû gelên Rojhilata Navîn dikin û wiha peyivî: “Her ku fikrên Ocalan li Rojhilata Navîn rûh digirin, dewleta Tirk jî ewqasî tecrîdkirina Ocalan giran dike. Lê bila her kes baş zanibe; berdêla wê çi dibe bila bibe, gelê Kurd ji bo azadiya Rêbertiya xwe gavê bi şûn ve navêje.”
ANF/BASEL