CAFER CEFO / ANHA/ŞEHBA
Piştî dagirkeriya dewleta Tirk, xelkê Efrînê bi deh hezaran berê xwe da navçeya Şêrawa û kantona Şehbayê. Efrînî li malên wêrankirî, dikan, dibistan û kampên ku rêveberiya Xweseriya Demokratîk ava kirine, bi cih bûn.
Bi armanca bicihkirina hemû malbatan, bi îniyasîtîfa Şaredariya Gel a navçeya Şêrawa û hevkariya Desteya Şaredariyan a Efrînê, Kampa Vegerê di Cotmeha sala bihurî de li gundê Zaretê hat avakirin. Li kampê zêdetirî 40 malbatên ji herêmên Şehba û gundên Şêrawa hatine bicîhkirin. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi rêya meclisên xwe tevahiya pêwîstiyên gel peşwazî dike.
Em Efrînê ji bîr nakin
Ji şêniyê kampê Ridwan Hiso li ser mijarê peyivî û got, “Bila Tirkiyê û çeteyên wê nefikirin em ji Efrînê derketin, em ti carî Efrînê ji bîr bikin, lê em derketin ji ber ku em jiyana bêrûmet di bin dagirkeriyê de qebûl nakin. Em ê li nêzî Efrînê bin û bi her awayî li ber xwe bidin, heta Efrîn rizgar dibe û em ê ji nû ve vegerinê.” Li ser rewşa kampê rêveberê Kampa Vegerê, Semîr Ebdilrehman jî got, “Bi hatina zivistanê re zehmetî zêde dibin. Ji ber ku pirraniya xelkê li dikan û malên wêrankirî hatibûn bicîhkirin, me ev Kampa Vegerê bi lez û bez ava kir. Zêdetirî 100 konî hatine amadekirin ji bo pêşwazîkirina malbetên din.”