Bob Marley muzîkarekî efsanewî ye ku sala 1945’an de hatibû dinê û sala 1981’ê jî miribû. “Get up Stand up”, “One Love”, “No Woman No Cry“, “Redemtion Song“, ji stranên wî yên navdar çendek in. Niha jiyana wî wê bibe film.
Paramount Pictures û Ziggy Marley bi hev re filmê çêdikin. Kurê Bob Marley ê herî mezin Ziggy Marley ji bo jiyana bavê xwe bike film dest bi xebatê kir. Di filmê de li ser jiyana wî ya muzîkê û jiyana wî ya taybet dê agahî hebin. Salên bihurî bi navê “Marley” belgefilmek li ser jiyana wî hatibû çêkirin, niha jiyana wî dibe filmeke metrajdirêj. Ziggy Marley jî wekî bavê xwe muzîkar e. Di heft salên dawî de wî bi sê belgefilm û konserekê kir ku mîrateya bavê wî bigihîje nifşê nû. Niha jî xebata filma metrajdirêj daye destpêkirin. Tê texmînkirin ku dê Ziggy Marley jî di nav koma nivîsandina senaryoyê de cih bigire.
Kesekî rola Bob Marley bike heye gelo?
Em li vir bi bîr bixin ku demeke dirêj e li ser çêkirina filma Bob Marley xelk dihizirî. Dema ku belgefilma li ser jiyana Bob Marley, Sibata sala 2012´an di festîvala filman a Berlînê, Berlinale de hat pêşandan, yek ji 11 zarokên Bob Marley, Rohan Marley ji rojnamevanan re gotibû, kesekî rola bavê wî di filmê de bike nîne: “Bavê min ne tenê zilamek bû, wî di heman demê de ruh didan reqisandin. Divê hûn bi vî ruhî, bi vê lerzê bên, û ev ne tişteke ku hûn dikarin rola wê bikin. Kirina rola bavê min, û ka ew ji heqî her tiştî çawa derket, wê li ser wî kesê rol bike,wer bike ku hêstir ji çavên min bibarin. Divê ev yek ji kurên wî be. Lê belê yekî tenê ji me jî li Hollywoodê nîne.”
Ka em ê binihêrin, bê ew kî ye ku bike hêstir çavên kurê Bob Marley bibarin û ka gelo ji kurên wî yek wê rola wî bike yan na.
NAVENDA NÛÇEYAN