Êrişên dewleta Tirk ên bi armanca valakirina gundên Xakûrkê û Bradostê dewam dikin. Gundê Xelîfan di metirsiya bombebarana artêşa Tirk de ye. Heta niha ji ber êrişan gelek xelkên van deveran şehîd û birîndar bûne. Ji ber şewata ku di encama bombebaranê de derdikeve jî zevî dişewitin û zirar li bax û baxçeyên sivîlan dibe. Gundî ji neçarî pezê xwe difiroşin.

PKK’ê ji xwe re dikin hicet

Xelkê herêmê ji ber bêdengiya hikûmeta Herêma Kurdistanê bi gazin in.

Welatiyê bi navê Celal Uzêr yê ji gundê Xelîfan diyar kir ku leşkerên Tirk derdora gundê wan girtine û got: Jiyana me her tim di nava metirsiyê de ye. Artêşa Tirk gerîlayên PKK’ê ji xwe re dikin hicet û êrişî me dikin. Ji ber êrişan em nikarin herin nav zeviyên xwe û pezê xwe bibin li derveyî gund biçêrînin.”

   

Hikûmeta Herêmê bêxem e

Welatiyê bi navê Hatim Hemed jî got; “Ev du sal in ji ber êrişên artêşa Tirk tu xweşiyek ya jiyanê li vê deverê nemaye. Ji beriya niha bi çend rojan leşkerên Tirk gundê me topbaran kirin, di encama topbaranê de gelek sewalên me telefbûn. Wê demê ji xelkê gund ti kes ne li derve bû, ger li derve bûna wê ne kêmî 15 kes şehîd bibûna. Ji ber êrişan çêrgeh û mêrg şewitîn û lewma me ji neçarî pezê xwe firot. Hikûmeta Herêma Kurdistanê li hemberî rewşê bêxem e.

 

ROJNEWS/BRADOST