
Ozkan li Ewropayê nexweş ketibû û ji bo dema xwe ya dawî li welêt derbas bike, beriya niha bi 10 mehan vegeriyabû navçeya Pirsûs a Rihayê. Beriya niha bi 20 rojan, nexweşî lê giran bû û ew rakirin nexweşxaneyê. Cenazeyê Ozkan li Goristana Şêx Nasir a li Pirsûsê hat veşartin.
Celal Ozkan li Ewropayê, bûbû endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), endamê KONGRA GEL, yek ji damezrînerên Heyva Sor a Kurdistanê û MEYA-DER a Ewropayê bû. Ozkan bavê endamê PKK’ê Îsmet Ozkan bû, ku di sala 1982’an de tevî Rêxistina Rizgariya Fîlîstînê li dijî Îsraîlê şer kir û jiyana xwe ji dest da. Ji bilî Îsmet, 2 zarokên din ên Ozkan li nav refên PKK’ê jiyana xwe ji dest dan.
Ji KNK’ê peyama sersaxiyê
Konseya Rêveber a Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK), ji ber wefata endamê KNK’ê Celal Ozkan (Herbijî) peyamek weşand û ji malbat û tevahiya gelê Kurdistanê re sersaxî xwest.
Peyama KNK’ê wiha ye: “Heval Herbijî, ji damezrandinê û heta vegera welat, endamekî aktîf yê KNK’ê bû û di hemî kar û xebatan da cihê xwe digirt. Heval Herbijî, xebatkarekî aktîf yê Hereketa Azadiya Kurdistanê bû. Di hemî qadên xebatê da cihê xwe digirt. Em ji ber wefata Heval Herbijî gelek xemgînin, xemgîniya malbatê û dostên wî parve dikin. Bi vê munasebetê em sersaxiyê didine hemî gelê Kurdistanê, xebatkarên şoreşê û malbatê.”
Welatparêzekî mezin bû
Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal ji malbata Ozkan û gelê Kurd re sersaxî xwest û got, “Jiyana Herbijî bi têkoşîna azadiyê ya Kurd derbas bû. Ew bi xwe, zarok û malbatên wî ji bo vê têkoşîna bi rûmet a gel jiyan. Bû endamê damezrîner ê gelek saziyên Kurd û xebatên gelekî mezin meşand. Xwedî kedeke mezin bû. Her tim pêşengî ji vê civakê re kir. Di nava gerîla de û di temsîliyeta Serko Apo de her tim sembolek bû. Em xemgîn in, lê serbilind in. Weke hevalên wî, em ê hewl bidin di têkoşîna azadiyê ya Serok Apo û gelê xwe de hêjayî wî bin. Pêwîste rewşenbîrên me, gelê me û welatparêzên me wî ji xwe re mînak bibînin û bi vî rengî bi berpirsyariyên xwe rabin.”
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar jî diyar kir, ku wî demeke dirêj Ozkan nas dikir, li gelek saziyan pê re xebatên siyasî meşand û anî ziman, ku ji ber wefata wî, ew xemgîn e. Aydar got, “Li gelek saziyan zêdeyî 20 salan em bi hev re xebitîn. Di nava gel de gelekî dihat hezkirin. Me bi hev re hewl dan bûyerên di nava gel de çareser bikin.
Xwedî mîsyonek aştiyane bû. Welatparêzekî mînak bû. Ji ber ku em dostên wî ne, hevalên wî ne, serê me bilind e. Ji bo têkoşîna me windahiyek mezin e. Hem tevger, hem jî hevalên wî ji ber koça wî gelekî xemgîn in. Lê belê li pişt xwe kedeke mezin û û têkoşîneke xurt hişt. Em ê hewl bidin hêjayî wî bin.”
RIHA/BRUKSEL