Qrêşa Zarokan ya Zarokîstana Xalxalok ku bû dû sal e di bin banê Şaredariya Peyasê ya Amedê de xebatên xwe dimeşîne rastî eleqeyeke pir mezin tê. Malbatên zarokan gotin ku bi saya Qrêşê zarokên wan zimanê xwe yê zikmakî pêşde birine û daxwaza vekirina qreş û pêşdibistanên nû kirin. 
Zarokîstana Xalxalok ya di bin banê Şaredariya Peyasê de xebatên xwe dimeşîne bi atolye û perwerdehiya Kurdî ya xweza, dîrok, matematîk, trafîk, werzîş û çand û hûnerê dibîne rastî eleqeyeke mezin tê. Qrêşa Zarokîstana Xalxalok sala par hatibû vekirin û di destpêkê de 120 şagirtan perwerdehî dîbûn. Serkeftina Qrêşê ya perwerdehiyê bû hinceta hejmara polan ya 20 kesan, ji ber eleqeya mezin ji bo her polê 200 malbatî serî lê dan. Eleqeya herî zêde jî ji ber ku li polan perwerdehiya zimanê zikmakî tê dayîn. Malbatên zarokên ku li qrêşê perwerdehiyê dibînin, ji perwerdehiya tê dayîn kêfxweş in û daxwaz dikin ku dibistanên bi zimanê zikmakî tên dayîn zêde bibe.

Malbat ji Qrêşê dilxweş in

Diya Fîkrî Amed Ozgen ê li Zarokîstana Xalxalok perwerdehiyê dibîne Gulîzar Ayyildiz Ozgen diyar kir ku li malê bi zimanê zikmakî tam bi zarok re nediaxivî û wiha domand: “Piranî perwerdehiya zimanê zikmakî bû hinceta pêşketina Amed ya tekakesî. Berê pir no bû lê nûha pir baqil bûye, hewesa wî ya fêrbûnê zêde bûye û niha kêfxweş û dil aram e. Dema diranê xwe firçe dike jî lorîkên Kurdî bi lêv dike û dibêje. Li vir çand û hûnera Kurdî hîn dibe. Êdî Cegerxwîn û Aram Tîgran dinase. Helbestên Aram Tîgran dibêje. Wan tiştan me pir kêfxweş û dil aram dike.”
Ozgen got bi fêrbûna zimanê zikmakî re êdî bi dapîra xwe re bi rihetî dikeve nava dan û stendinê û diyar kir ku li Qrêşê ji ber ku ajalên mîna pisîk, se û qaz hene, hezkirina zarok ya ji bo ajalan hîn bêhtir bûye û wiha pê de çû: “Li vir dar çandin. Her zarokê ku dar çandin, wan bi xwe nav li darê kirin. her gava ku ez diçim Qrêşê zarok ji min re dibeje ‘dayê lê binêr min av daye dara xwe!’ Ev jî heskirina xakê û xwezayê dide nîşan.”

Bû xwediyê repertuarek mezin ya helbestan

Bavê zarokê bi navê Aryen Amed Ozçelîk ku li Zarokîstana Xalxalok perwerdehiyê dibîne, Mehmet Emîn Ozçelîk jî diyar kir “Ji ber ku Qrêş nû bû û ne xwediyê tecrûbeyeke mezin bû dil nerihet bûm. Piştî ku min Aryen şand Zarokîstana Xalxalok, guherîna pê re min dît şûn de, min ji xwe re got zarokê min li vir çand û hûnera xwe hîn dibe. Li vir hûnera kedkarên mezin ên weke Cegerxwîn, Ehmedê Xanî hîn dibe. Zarokê me qet stranek nizanibû, lê nûha bû xwediyê repertûareke mezin. Stranên me qet nebihîstibû Aryen ji ber dibê. Bi xêra stranên ku dibêje, hin gotinên ku qet me nebihîstiye em jî hîn dibin. Bi vî awayî li Qrêşê gelek beşên çand û hûnerê hîn dibe.”


Daxwaza Qrêşên nû û pêşdibistanê

Ozçelîk diyar kir ku xwestiye ji malbat û derdora xwe gelek kesan bîne li Qrêşê qeyd bkbe lê ji ber ku kontenjana qrêşê tije bûye, qeydên nû negirtine û ji ber wê daxwazên zêde heye da ku qrêşên nû û pêşdibistan vebe û wiha peyivî: “Em ji vê xizmeta şaredariyê gelekî kêfxweş in. Lê Qrêşa niha ji daxwazên me re nabe bersiv. Gelek malbat dixwazin zarokên xwe bişînin Qrêşê lê kontenjan tijî ne. Ji ber vê gerek şaredarî Qrêşên nû veke. Ne tenê Qrêş. Em difikirin ku piştî Qrêşê em ê çawa bikin. Ji ber vê di van qadan de em ji şaredariyê xizmetê dixwazin û pêşniyar dikin da ku pêşdibistanan jî veke. Ji ber ku em dixwazin zarokên me bi zimanê xwe perwerdehiyê bibînin.”
Pola Kirmanckî
Diya zarokê bi navê Berat Aram Aslan li Qrêşê di pola Kirmanckî de perwerdehiyê dibîne, Hêvîdar Aslan jî diyar kir ku berî zarokê wan li Qrêşê dest bi perwerdehiya Kirmanckî bike hew tenê fahm dikir, lê niha dinihêre zarokên wan êdî dikare xwe bîne ziman û wiha axivî: “ Di dema ewilî de gava ku bi mamosteyê xwe re bi Kirmanckî diaxivî nerihet bû. Di hundirê demê de elimî û êdî bi zimanê zikmakî dikare xwe bîne ziman. Em ji Qrêşê gelekî memnûn in. Bi vî awayî em daxwaz dikin li her qadê di warê çand û hûner û ziman de xizmet bê dayîn. Ji ber vê xizmeta şaredariyê em gelekî kêfxweş in û spasiyên xwe pêşkêş dikin.”


AMED/JINHA