Li Başûrê Kurdistanê heger kesek hebe ku siyaset di sedsala 20’an de ji Mela Mistefa Barzanî bêhtir diyar kiribe, ew jî bê şik û guman Îbrahîm Ehmed e. Îbrahîm Ehmed ê ku ne tenê siyasetvan bû û di wêjeyê de jî gelek berhem li pey xwe hiştin û tesîreke mezin bi giştî li têkoşîn û wêjeya heman sedsalê kir. Îro salvegera 20’an a wefata wî ye.

IBRAHÎM BULAK

Îbrahîm Ehmed di dema Şerê Cihanê yê Yekê de li Silêmaniyê, li kevnepaytexta Baban, hat dinê. Gava ku wî 9 salî dest bi dibistanê kir, sala 1923’yan Simko Axayê Şikakî diçe Silêmanî, piştre jî Şêx Mehmûd Berzencî melîkê Kurdistanê ye. Yanî ew şahidiyê li bûna li Silêmaniyê ya herdu serokên Kurd dike. Ji bo xwendina zanîngehê ew diçe Bexdayê û li wir dikeve nav xebatên Komeley Lawanî Kurd. Ev komele hingê ji bo ciwanên Kurd yek ji navendên girîng bûye. Îbrahîm Ehmed bi xwe ji bo komeleyê dibêje, “Ji bo komeleyê cihekî me hebû. Bi dîwarên wê ve resmê Şêx Seîd û kurê wî Silhedîn hebûn. Me salê carekê bi Kurdî kitêb derdixist. Min cihê xwe di nava xebatên komeleyê de girt. Bi alîkariya mezinên me yên hingê li Bexdayê me li ser doza Kurd çend kitêbok derxistin. Keda min jî di wan kitêbokan de heye lê ji bo neyêm girtin, min navê xwe bi kar nedianî.” (Kurdistanpress 89, 1991)

Ji Hawarê re jî nivîsî

Li Bexdayê bi Celadet Alî Bedirxan û kovara wî derdixist Hawarê re têkilî danî. Ji ber ku serê pêşî Hawarê hem bi alfabeya Erebî hem jî bi ya Latînî weşan dikir, Îbrahîm Ehmed jî jê re nivîsî. Bi destê komeleya Lawanî Kurd jî li Bexdayê 200 nusxeyên wê dihatin belavkirin. Lê piştî ku Hawar ji hejmara 24’1e û pê ve tenê bi alfaba Latînî derket, Îbrahîm Ehmed ev weke 'çewtî' nirxand: “Hawar ji bo zimanekî standart derfeteke mezin bû. Me dikarî gavên gelekî mezin biavêjin. Ji ber ku hingê ruhê Kurdistanî jî xurt bû. Sînorên di nava Kurdistanê de hê teze bûn. Dewletên Tirkiye, Iraq, Sûrî hê nû çêbûbûn. Têkiliyên di navbera Kurdan de xurt bûn.”

Îbrahîm Ehmed, li Bexdayê hiqûq xwend û sala 1937’an mezûn bû. Di navbera 1942 û 1944’an de li Helebce û Hewlêrê dadgerî kir. Tevî Alaeddîn Secadî wî sala 1939’an (weşana wê heta 1949’an wê dewam bikira) dest bi derxistina kovara Gelawêj a di rewşenbîriya Kurdî de xwedî cihekî mezin, kir. Îbrahîm Ehmed ê berê jî di siyasetê de di nava Partiya Komunîsta Iraqê de çalak bû, wan çaxan di rêxistina Jiyanawey Kurd de dest bi siyaseta navend Kurdistanî kir. Ew bû sekreterê giştî yê vê rêxstinê. Têkiliyê bi Mela Mistefa Barzanî re datîne, û alîkariyê dide Komara Kurdistanê ya li Mehabadê hatî ragihandin.

Damezrêner û rêveberê PDK’ê

Jiyanawey Kurd, wê sala 1945’an bikira Partiya Demokratîk a Kurdistanê û Îbrahîm Ehmed jî bû ji rêveberên damezrîner ê partiyê. Navenda partiyê bi edîtoriya wî bi navê Dengî Rastî kovarek weşand. Sala 1953’yan jî bû sekreterê giştî yê PDK’ê. Hingê PDK bêhtir navenda rewşenbîr û xwendeyên doza Kurdistanê bû û aliyê wê yê eskerî ne li pêş bû. Di navbera salên 1949-1956’an de wî kovara partiyê Rizgarî weşand. Navê kovarê sala 1956’an bû Xebat. Di dema muzakereyên ji bo mafên Kurdan bi hikûmeta nû ya li dijî şahî re, sala 1958’an wî nûneriya Kurdan kir. Piştî hingê bi hevkariya eskerî ya bi Barzaniyan re û xasma Mele Mistefa Barzanî re, hêdî hêdî di nava PDK’ê de aliyê eskerî, ne rewşênbîr û eşîrî her xurt bû û vê dubendiya di nava partiyê de heta piştî aşbetalê dewam kir, çawa ku piştî aşbetala 1975’an Yekîtîy Niştimanî Kurdistan (YNK) ji PDK’ê veqetiya û bi serokatiya Celal Telebanî ku ji şagirtên siyasî yên Îbrahîm Ehmed bû û bûbû zavê wî jî, bû hêza duyem a siyasî û eskerî ya li Başûrê Kurdistanê.

Piştî aşbetalê Îbrahîm Ehmed bû penaber û koçberî Ingilîstanê bû. Têkiliya Îbrahîm Ehmed bi tevgera rizgariya Kurdistanê li Bakurê Kurdistanê hebû û sempatiya wî jî ji PKK’ê re hebû. Peywendiyeke wî ya baş li gel Abdullah Ocalan jî timî xwe dida der. Piştî damezrandina KNK’ê ew dibe endamê wê. Ibrahim Ehmed 8’ê Nîsana 2000’î wefat kir.

Nivîskariya Îbrahîm Ehmed

Nivîskariya Îbrahîm Ehmed û berhemên wî ji bo wêjeya Kurdî girîng in. Nexasim ji bo Soranî romana wî ya bi navê Janî Gel, weke romana yekê ya bi Soranî tê qebûlkirin. Di vê kitêba sala 1956’an de weşandî ji ber qedexeyan, wî li şûna Kurdistanê navê Cezayîrê nivîsandibû. Ziya Avci ev romana hanê wergerand Kurmanciyê. Ev berhema herî populer a Ibrahîm Ehmed bû. Ji ber ku polîs sala 1956’an dest datîne ser nusxaya yekê û wê winda dike, ew sala 1972’yan li Londonê dema derman dibe, di nava heftekê de romanê ji nû ve dinivîse.

Mehmet Uzun di kitêba xwe ya Destpêka Edebiyata Kurdî de behsa romanê dike û dibêje, ji ber ku yek ji romanên destpêkê yên Kurdan e, îro jî gelekî behsa wê tê kirin. Ew bêyî bi hûrgilî pê dakeve wekî din dibêje, ji ber romana pêşî herêmekê hemûyî bû kêmasiyên wî yên wêjeyî hene.

Romana wî bû film

Sala 2007’an derhênerê ji Rojhilatê Kurdistanê, Cemil Rustemî ev roman li sînemayê anî û bi heman navî jê film çêkir. Filmê sala 2008’an li Festîvala Filman a Bostonê û li Festîvala Filman a Navneteweyî ya  Moondancê xelat wergirtin.

Wekî din Weqfa Îbrahîm Ehmed her sal xelatekê li ser navê wî dide; par weqfê Leyla Guven a 200 rojan kete greva birçîbûnê, hêjayî vê xelatî dît.


Civîneke tarîxî

Rêber Abdullah Ocalan, gelekî bi qîmetê Îbrahîm Ehmed dizanî. Wan hev li Bekayê jî dîtiye. Piştî serdana li Bekayê, Ocalan sala 1995’an nameyek bi destê  xwe nivîsî û ji Îbrahîm Ehmed û Mamosta Hawar re şand. Ocalan di nameyê de hevdîtina li gel Îbrahîm Ehmed û Mihemed Resûl wek pêngaveke dîrokî û mezin bi nav dike. Ev nameya Ocalan wiha ye;

“Ji bo Mamoste Îbrahîm Ehmed û Hewar (Mihemed Resûl) ez gelek kêfxweş bûm. Dîtin û civîna me çêkirî tarîxî bû. Gaveke mezin bû. Ji bo miletê Kurd damezrandina Kongreya Neteweyî serkeftin bû. Ez her dem ji jiyana wan re tendirustî û serkeftinê dixwazim û silav dikim.”