Li bajarê Koln ê Elmanyayê li ser fikrên Ocalan panelek hate lidarxistin.

Panel bi ser navê “Jiyanek di oxira azadiyê de û berxwedana Îmraliyê” li salona konferansê ya Konfederasyona Sendîkayan DGB Haûsê pêk hat.Di destpêka panelê de sînevîzyonek ji 10 deqeyan a li ser jiyana Ocalan hate nîşandan.

Paşê Rojnamevan Elîf Sonzamancî moderatoriya panelê kir û Berdevkê Meclîsa Neteweyî ya Efrîka Başûr Leshesa Tsenolî, Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê û parêzera Ocalan Ebrû Gunay û Parlamentera berê ya HDP’ê Dîlek Ocalan peyivîn.

Me dengê wî yê aştiyê bihîst

Di destpêkê de Leshesa Tsenolî axivî û got, “Min ji Efrîkaya Başûr silav ji we re aniye.Ji bo piştgiriyê bidin we û daxwaza serbestiya Ocalan bikin, em îro li vir in.

Tsenolî bal kişand ser tecrûbeya Efrîka Başûr û pêvajoya berdana Nelson Mandela û wiha dewam kir: “Ocalan tecrûbeya Efrîkaya Başûr girîng dibîne. Lewma em spasiya têkoşîna Kurdistanê dikin. Em nivîsên Ocalan dixwînin. Me dengê wî yê aştiyê bihîst. Bi wî dengî me têkoşîna Rojhilata Navîn nas kir.

Min li giravê rûyê wan dît

Parêzera Ocalan Ebrû Gunay, jî di destpêka axaftina xwe de Leyla Guven û hemû çalakgerên greva birçîbûnê silav kir û got, Îmrali 20 sal in di rojeva wan de ye.Min parêzerî kir. Min li giravê rûyê tolhildêr ê dewletê dît.

Fikrê wî rêya me ronî dikir

Parlamentera berê ya HDP’ê Dîlek Ocalan jî got,Li gel mercên neyînî yên fîzîkî û nêzîkatiyên nîjadperest jî Ocalan, gelek pirtûk nivîsand. Pirtûkên wî rêya me ronî dikin. Projeya wî ya konfederalîzma demokratîk, azadiyê datîne ber gelên Rojhilata Navîn.”

 

ANF/KOLN