Fikra sosyalîzma me ew bû ku em rêyeke demokrasiyê bibînin, me ev bizûtneweya sosyalîzma Kurd weke hêza sêyem jî bi nav dikir. Wê demê du hêz hebûn.

Mazhar GUNBAT

Ji bo bîranîna Cemal Nebez ku meha borî koça xwe ya dawî kir, min ev nivîs ji hevpeyvîna ku havîna 1996´an di Med TV de pê re kiribû, amade kir. Min dest werneda ti gotineke wî, ji bilî hevok û paragrafên dubarekirî, û li ser her mijara jê behs dike, ji nêrînên wî nivîsarek amade kir. Beşa li ser jiyana wî jî bi temamî ji gotinên ku wî xwe pê daya nasîn, pêk hatiye. Fermo, em berê xwe bidin encamên ji vê hevpeyvînê ku ji devê Cemal Nebez em dinivîsin:

“Ez, li Başûrê Kurdistanê Silêmanî hatim dinê, min ji biçûkahiyê ve li ber destê bavê xwe yê mele xwend. Dû re min li Silêmaniyê Lîse xwend û perwerda xwe ya li ser fizîk û matematîkê jî li Bexdayê kir.

Li Bexdayê di kovar û rojnameyan de li ser siyasetê nivîsand. Nivîsên min di rojnameyên weke Sehwtul Îharî yên li ser dagirkeriya Tirk, bûn sedema nerazîbûna rayedarên Tirk ên wê demê.

Min di zaroktî û ciwaniya xwe de gelek ronakbîr, nivîskar û alimên Kurd nas kirin. Hê ji wê demê ve min fikrên serxwebûna Kurdistanê nas kirin.

Ez bi berhemên xwe yên li ser siyaset, dîrok, felsefe, ziman û mîtolojiyê têm nasîn û min 40 salên xwe yên dawî li Ewrûpayê derbas kirin.

Siyaseta Dagirkerên Kurdistanê:

Siyaseta welatên dagirker ên Kurdistanê 40 sal in eynî ye. Di wateya mijarên girîng de ti tişt neguherî. Guhertinên bingehîn çênebûn. Dema Kurd bihêz û xurt dibin, naçar dimînin piçek behsa Kurdan dikin û mafên biçûçik didin Kurdan, lê dema derfetê dibînin, van mafan dîsa ji Kurdan distînin.

Bo nimûne, li Iraqê sala 1970´yî dewleta Iraqê ya baesî otonomiya Kurd  ji naçarî Kurd nas kirin, paşî piştî salekê ew otonomî hêdî hêdî ji Kurdan stand.

Çunkî, dewletên Kurdistan dagir kirine, dewletên destkird in, ne dewletên xwerustî ne, Kurdistan welatekî xweristî ye, bi dirêjayî 4-5 hezar sal çêbûn, lê ew dewlet ne xweristî ne. Ew dewlet bibin demokrat, Kurd jî wê bibin xwedî heqê xwe û çarenûsa xwe diyar bikin. Ji bo vê yekê dîktatoriyê tercîh dikin û li dijî demokrasî û azadiyê ne.

   

KAJÎK

KAJÎK felsefeyek bû, rêbazeke rewşenbîrî bû. Li ser binçîneya azadî û yeksanî. Berî ku KAJÎK çê bê, sala 1959, bizûtneweyeke rewşenbîrên Kurd hebû. Xwedî bîr û baweriya azadî bûn. Dixwestin ekoleke bi navê Sosyalîzma Kurd çê bikin. Sosyalîzmê ne ji Ewrûpayê bigirin, yanê nebin mîna marksîstên çîneke proleter a veguhere dîktatoriyê. Ne jî bibin weke sosyalîzma nijadperest a Ereb, Tirk û Farisan. Em hatin ser wî fikrî ku sosyalîzm du tişt e. Yek jê azadî, ya din jî yeksanî. Azadî û yeksanî her du temamkerên hevdû ne. Bê azadî yeksanî nabe, û eger yeksanî jî nebe, azadî nabe. Û em hatine ser wê baweriyê ku kesek, gelek an jî civakek eger azadiya wan tine be, desthilatiya wan jî çênabe. Eger desthilatiya wan nebe, azadiya wan jî nabe. Yanê ev tiştên girêdayî hev in. Ji ber vê yekê, me bi rexnekirina dewleta Sovyetê dest bi bizûtneweyê kir. Fikra sosyalîzma me ew bû ku em rêyeke demokrasiyê bibînin, me ev bizûtneweya sosyalîzma Kurd weke hêza sêyem jî bi nav dikir. Wê demê du hêz hebûn. Yek jê partiya komunîst a Iraqê ku li Kurdistanê jî şaxê wê hebû, ya din jî Partî Demokratî Kurdistan. KAJÎK jî dibû hêza sêyem, lê belê em ne hizbek bûn; em rêbazeke felsefî, bizûtneweyeke rewşenbîrî bûn. Ji bo vê yekê bû ku komunîstên Kurd û xurde bûrjûwayên Kurd ev fikir qebûl nedikirin.

Fikra Serxwebûnxwaziyê

Ji ber ku fikra wan fikreke totalîter bû. Yanê fikra ku bêje, komelek, hizbek tiştek nexşe bike û xelkên din jî biçin wî tiştî bikin. Lê di felsefa me de tiştekî wisa tinebû. Me digot, nabe ku Kurd bi otonomiyê razî bibin. Çima? Çunkî otonomî çi ye? Otonomî ne her azadî ye, azadî çîn çîn nabe, piçek azadî ji min re û pirr azadî ji bo te nabe. Azadî lazim e yeksan be. Gava eger Ereb dewleta wan a navendî hebe, nabe ku Kurd bi otonomiyê razî be. Eger Tirk dewleta wan a navendî û nasyonal hebe, Kurd nikare bi otonomiyê razî be. Eger Tirk û Ereb û Fars di welatê xwe de bi otonomiyê razî bin, Kurd jî dikarin bi otonomiyê razî bin. Yanê dewletek çêbe û bîst-sî otonomî têde hebin, otonomiyek ji wan jî Kurd be, ne xem e.

KAJÎK û Hişmendiya neteweyî

Tesîra KAJÎK ne kitûpir; hêdî bû. Niha em dibînin li hemû Kurdistanê behsa bîra neteweyî tê kirin. Ev felsefeya KAJÎK´ê ye. Dema KAJÎK derket holê, herkesî dijminatiya wê dikir. Digotin ev fikreke Emerîkiyan e, fikra Îsraîlê ye, an jî tiştekî din digotin.. Lê bi dirêjahiya dîrokê re, naçar bûn bîrûbaweriya KAJÎK´ê wergirin. Neteweya Kurd li welatê xwe Kurdistan û li ser bîra azadî û yeksanî divê ava bibe. Eger li Kurdisanê çîn hebin, feodal hebin, mirovên bindest hebin, ne civakeke neteweyî lê civakeke piçir piçir saz dibe. Divê civakeke yeksan çêbe. Kesên ku ne Kurd jî bin, bi serbestî fikra xwe bibêjin û kes nikaribe dest dirêjê ser wan bike.

Siyaset û Hîzbayetî

Ez ne hizbî me, ji bo ti hizbê xebat nakim. Gava mesele bête ser meseleya Kurd, mîna mirovekî neteweyî tiştan dibînim. Kesekî Neteweyî ew kes e ku berjewendiyên hizbek, hozek ango eşîretek an jî binemalekê dixe jêr berjewendiyên neteweya xwe. Yanî netewe ne yek hizb e, ne yek hoz e, ne yek bajar, û ne yek mezr e; netewe ji bo Kurdan tevahiya Kurdan e. Lê ez dibînim ku siyaset û hizbên Kurd tiştên ne baş dikin, bi taybetî li başûrê Kurdistanê.

Neteweyî û Eşîrî

Ferqa (du bendên li Başûrê Kurdistanê ya) bingehîn ew e ku yek ji bo malbata xwe xebatê bike, û yek jî ji bo bajarekî mezin xebatê dike. Eşîret ango hoz li Kurdistanê heye, em nikarin bibêjin tuneye, û her eşîret tradîsyona xwe heye, xwerewişta xwe heye, û hin ji van xwerewiştan jî baş in. Rêz û nezaketa li cem eşîran tiştên baş in. Lê belê  dijminatiya navbera eşîran tiştekî xirab e.

   

Rewşenbîrên Kurd û Siyaset

Mesela hizbatî tiştek e, siyaset tiştekî din e. Ez hizbatiyê nakim, lê siyasetê dikim. Rewşenbîrî ew e ku tu têbigihî ku tiştên li civakên cîhanê çawa ne, û çawa bi pêş ve diçin. Mirovên rewşenbîr dibe ku zana bin dibe ne zana bin, mirov hene ku zana ne, lê ne rewşenbîr, mirov jî hene ku rewşenbîr in lê ne zana ne, lê ya baş ew e mirov hem rewşenbîr hem zana be.

Rewşenbîrên Kurd çawa gelê wan bindest e, çawa neteweya wan jêrdest e, bi pirranî helperest, kurê rojê, bêbar, durû, duwak, û oportonîst in. Yanê, biçin kîjan cihî û cem kîjan hêzê, bi def û zirnayên wî cihî û wê hêzê heldiperin û dawetê dikin, dîlanê digirin. Ji ber vê yekê ye ku nikarin tesîrê li siyasetkarên Kurd bikin. Eger mirovên xwedî prensîb û bi rûmet bûna, xwedî binçîne û bîrûbawerî bûna, wê karibûna siyasetkarên Kurd bixistana jêrdestên xwe, lê niha siyasetkaran ew xistine bin destên xwe.

Rewşenbîriya Mînak

Rewşenbîrên Ewrûpayî ne weke yên me ne. Mesela, em li rewşenbîrên Belçîkayê binêrin. Niha nakokî û şerekî mezin li ser hin mijaran hene di navbera milet û karbidestên Belçîkayê de. Rewşenbîrên Belçîkî hatin kolanan li tenişt milletê Belçîkî, li tenişt kedkarên Belçîkî cih girtin û ji karbidestên hukûmetê re gotin: Hûn neheq in, millet mafdar e.

Dilberzî û Pozbilindî

Kurd divê beramberî mirovên bêhêz, mirovên bêdesthilat pirr nefsbiçûk bin, xizmetkar bin. Lê belê beramberî mirovekî zordar û dîktator, divê xwe nizm nekin, xwe sivik nekin, mastewsarkirinê nekin û lazim e pozbilind bin, û rê nedin ew zordar hertiştî bike.

Parastina Nirxên Kurd li Xerîbiyê

Eger em bixwazin civaka Kurd a li Ewrûpayê biparêzin, divê danûstandinên Kurdan li Ewrûpayê pirr bi hêztir bin û saziyên Kurd jî xizmetê bikin. Bo nimûne ev saziya we, ev televizyona Med TV xizmeteke mezin dike, lê dikare vê xizmetê mezintir bike, here her maleke Kurd û gava her kesekî Kurd rojê saetek du saet lê temaşe bike, baş e.

Li Ewrûpa, li Emerîka, li Rûsya û li Kurdistanê xebat hene. Lê belê xebatên heyî divê hinek hevaheng bin. Yanê ev xebat bikevin nava yek çarçoveyê; ne ku bibin yek tişt, na. Her kes ji bo xwe bixebite, lê herkes agahdarî xebatên kesên din jî be.

Çanda Kurdî li Rojhilata Navîn

Wan dewletên ku niha Kurdistan dagir kiriye, û gelên wan dewletan, ango Ereb, Tirk û Fars, mêjiya wan, bi pirranî bi Îslamiyetê dest pê dike. Ew bi xwe jî dizanin ku zanayên mezin ên Misilman Kurd bûn. Gava dihatin, zanayekî mezin ê Misilman ê mîna Dînewerî, mîna Şarezûrî, mîna Amedî, mîna Kewakîbî, ew dihatin bi zimanê Erebî, Farisî û piştre jî bi Tirkî dinivîsandin. Wan bîra xwe ya Kurdî dixistine ser kaxêz lê ne bi zimanê Kurdî; bi zimanê Erebî û di vê rêyê de, bi bîra Kurdî xizmeta wan dikirin, bi çanda Kurdî xizmeta çanda wan dikirin. Mesela Yaşar Kemal dema bi Tirkî dinivîse, mîna nivîskar dikarî bibêje ew nivîskarê zimanê Tirkî ye, lê belê ew bîra ku dixe ser kaxêz bîra komelgeha Kurd, bîra civaka Kurd e, bîra hejar û rebenên Kurd e. Ew sazbendên Kurd ku tên bi zimanê Tirkî stranan dibêjin, muzîkê dibêjin, eynî muzîka Kurdî ye lê bi wişeyî an Tirkî, an Erebî an jî Farisî dibêjin. “

 
 

Cemal Nebez kî ye

 

Prof. Dr. Cemal Nebez sala 1933'yan li bajarê Silêmaniyê ji dayik bûbû. Wî li ser teolojiya Îslamî, felsefe, psîkolojî, fizîk û bîrkariyê xwendina xwe temam kiribû. Di navbera salên 1955 û 1961'ê de li lîseyê dersên matematîk û fîzîkê dan. Dema diçe Ewrûpayê li wê derê jî li gelek zanîngehan dersan dide.

Wî di nav avakerên Komeleya Azadî, Vejîn, Wemheviya Kurd KAJÎK´ê de cih girtibû. Her wiha li Ewrûpayê ligel hevalên xwe yên partîzan Brûsk Îbrahîm û Letîf Elî, Yekîtiya Neteweyî ya Xwendekarên Kurd li Ewrûpayê ava kir. Di sala 1985'an de ligel penaberên din ên Kurd, Akademiya Zanist û Huner a Kurd li Stockholmê ava kir.

Nebez ku li Elmanyayê di dadgehan de wergêrî jî kir ji bilî Kurdî bi zimanên Erebî, Farisî û Elmanî jî dizanî.

Heta niha bi dehan pirtûkên wî derketine. Hin pirtûkên wî li Tirkiyeyê hatin çapkirin. Ji pirtûken wî "Kurd (Dîrok û Kultura Wan)" ji Weşanên Avestayê bi wergera Ergîn Opengin hat weşandin. Her wiha Weşanên Rûpel jî pirtûka wî ya lêkolînî "Mîrê Kurd, Mîr Mihemedê Rewandizî" weşand.

Nebez 8´ê Çileyê 2018´an piştî ku qederê mehekê ji ber nexeşiyê derman bû, li paytexta Elmanyayê Berlînê wefat kir.