John Prine ji ber Covid 19’ê mir
Yek ji mezintirîn nivîskarên stranan ên parzemîna Emerîkayê John Prine di 73 saliya xwe de wefat kir. John Prine ê ku di warê gotinên stranê xwe de weke dahiyekî wêjeyî dihat ditîn, ji ber ku bi vîrusa koronayê ket, wefat kir.
Ew doh li bajarê Nashvillê, li Navenda Tibî ya Zanîngeha Vanderbiltê piştî 13 rojan li beşa dermankirina taybet ma, ji ber nexweşiya elaqedarî Covid 19’ê mir. Hevjîn û menejera wî Fiona jî bi vîrusê ketiye. Jixwe piştî turneya Ewrûpayê 17'ê Adarê testa wan a vîrusa korona pozîtîf derketibû.
John Prine qederê pêncî salan gotinên dewlemed û manedar ji stranan re nivîsîn bi pirranî jî li ser têkoşîn û serpêhatiyên rojane yên karkeran. Bi vî karê xwe wî rûyê muzîka “roots” a Emerîkî jî guherand. Wî li pey xwe belkî jî koma herî mezin a klasîkên muzîka “folk-coountry” hiştin. Di nava heyranên gotinên stranên wî de Bob Dylan, Kris Kristofferson jî hene. Dylan sala 2009’an ji bo gotinên stranên wî got, “Tişta Prine eksîstensiyalîzmeke safî Proustî ye.”
John Prine her du stranên xwe yên pêşî 14 salî nivîsîn. Û di dawiyê de 25 stranên wî li seranserê Emerîkayê û jê û wê de gelekî belav bûn. NAVENDA NÛÇEYAN