
Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), di operasyona bi navê “Cenga Mezin” a Reqayê dabû destpê kirin di roja xwe ya 11’emîn de, kete Taxa El Berîd a rojavayê Reqayê. Li vir ku di navbêra şervanên QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê de pêvçûnên dijwar diqewimin, şervanên Taxa Sîneayê jî rizgar kir. Di operasyonê de bi sedan welatî tên rizgarkirin di nava wan de jinên Êzîdî jî hene. Her roj ku di derbarê aqûbeta jinên Êzîdî de agahiyên nû derdikevin holê, çîroka jinên Êzîdî yên ji hêla çeteyan ve dîl hatine girtin, bi hemû awayî rastiya hovîtiya DAIŞ’ê radixe berçavan.
Jina Êzîdî û Fatmaya 12 salî
Pêr dema ku me nûçeyek amade dikir keçekê biçûk a 12 salî ya bi navê Fatma Ehmed jî li gel me bû. Fatma ji ber serê wê yê girtî û kincên li xwe kirî bala mirovan dikişand. Di dema amadekirina nûçeyê de bê navber li me û şervanên YPJ’ê bi çavên pirsdar dinêrî. Fatmayê dema şervanên YPJ’ê didîtin çavên wê vedibûn û dikeniya, bi jest û mîmikên xwe weke ku dixwest tiştekî bipirse. Ji ber me bi Erebî nedizanî piştre em hînî çîroka Fatma û xwîşk û birayên wê bûn. Fatma ya ku axaftina me pê re tenê bi “Merhaba û çawayî baş î, navê te çi ye?” re bi sînor dima, çûbû gel şervanên YPJ’ê û bi wan re sohbet kiribû di hembêza wan de. Fatma, çar roj berê li Taxa Romaniyê ya li rojavayê Reqayê tevî bi dehan niştecihên Reqayê hatibû rizgarkirin. Fatma ku bi rojan bi sivîlan re di malekê de asê mabû piştî şervanên QSD’ê tax bi temamî xist bin qontrolê, bi xwişk û birayê xwe re ew derxistibûn qadên rizgarkirî.
Kenê bi YPJ’ê hatî
Şervanên YPJ’ê pêşî hemû pêdiviyên Fatmayê peyda dikin û di heman demê de pê re dileyîzin. Ew jî şervanên YPJ’ê hembêz bike, bi dîtina YPJ’yiya kenekî tînegerm li ser rûyê wê vedide. Pê re Fatma kefiya li serê xwe ku wê jî nedixwest li xwe bike, ji serê xwe dike. Û rizgarbûna xwe ya ji destê DAIŞ’ê wisa pîroz dike. Fatma bi xwişk û birayê xwe re bê tirs nêzî YPJ’yiyan dibin û demek dirêj wan hembêz dikin li gel sohbeta xwe. Fatmaya bi ken diaxive û nîşana serkeftinê jî jibîr nake û tiliyên xwe hildide jora herî jor.
Jineke din a Êzîdî azad e
Bavê Fatma ku ji ber jineke Êzîdî rizgar dike ji hêla çeteyên DAIŞ’ê ve tê girtin, li pêş çavên her kesî serê wî tê jêkirin. Fatma, xwişk, bira û dayika wê jî dibin şahidê vê bûyerê. Ji ber tirsa wê ew jî bêne kûştin dengê xwe dernaxin. Bavê Fatma ji bo çeteyên DAIŞ’ê ferq nekin li ser daxwaza hevjîna xwe jineke Êzîdî dikire. Piştî bi mehan bi hev re dijîn, bavê Fatma yê jina Êzîdî derdixe derveyê Reqayê û wê dişîne ji malbata wê re.
Bav qetil dikin û dê dîl digirin
Çeteyên ku vê bûyerê dibihîsin, pêşî serê bavê Fatmayê jê dikin, piştre jî dayika wê dîl digirin û bi xwe re dibin. Lê piştre em hîn dibin ku bavê Fatma bi eslê xwe Kurd e û dayika wê jî Ereb e. Fatmayê dema me li ser bûyerê jê pirs dipirsîn, girîna ku di qirika wê de bibû girêk vedike û bi giriyê xwe re got: “Bavê min ev yek ji me re jî got. Li ser daxwaza dayika min bi saya kesekî naskirî jina tê behs kirin hewld dida xilas bike. Ew ji DAIŞ’ê filitî lê dayika min êdî bû dîla DAIŞ’ê. Piştre serê bavê min jê kirin. Em giş bûn şahîdê vê bûyerê. Piştre hatin dayika min jî birin. Hêj jî dayika min bi wan re ye, lê em nizanin birine ku derê.” Fatma, xwişk û birayê wê çi jiyankirine xizmên wê yên wan li cem xwe digirin jî heman tişt gotin û diyar kirin ku ev bûyera ku jiyîne 8-9 meh berê çêbûye.
ERDOGAN ALTAN/NAZIM DAŞTAN / DÎHABER / REQA