Beriya bi 7 salan, 28 Kanûna 2011´an li gundê Roboskî yê Qilabanê, 19 jê zarok 34 kes di encama bombebarana balafirên şêr ên dewleta Tirk de hatin qetilkirin. Parlamenterê HDP´ê yê berê Ferhat Encû yê li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê ragirtî, bi wesileya rojê nameyek nivîsand. Encu di Komkujiya Roboskî de birayê xwe Serhat û gelek xizmên xwe ji dest dabûn. Encu, di nameya xwe de diyar kir ku Komkujiya Roboskî wê weke deqeke reş li ser dîroka mirovaniyê bikeve.

Ji bo dîrokê deqeke reş

Encu îşaret bi van xisûsan kir, “Ligel ku evqas dem derbas bû jî hîna derbarê faîlên komkujiyê de ti lêpirsîn nehatiye destpêkirin. Berevajî, malbatên têkoşîna wan a edaletê bû, hatin cezakirin. Feraseta siyasî ya wijdana xwe winda kiriye û mekanîzmeya darazê ya ketiye bin bandora vê feraseta siyasî, biryarên da ku ser komkujiyê bigirin. Lê ev bûye sedem ku birînên hîn mezintir di wijdanê mirovan de vebin. Dîrok dê vê bêhiqûqiyê ti caran ji bîr neke û wê her tim hesabê vê bêwijdaniyê bipirse. Ji bo ku careke din êşên wiha nedin der, divê em wêrekiya xwe ya têkoşînê û vîna xwe daynin holê. Divê em bêyî ku bitirsin doza heqîqet û edaletê bikin. Di vê çarçoveyê de ez bang li her kesê xwedî bi wijdan dikim da ku erka xwe bîne cih. Ji bo ku bi rêyên hiqûqî em Komkujiya Roboskî derxin holê, ez banga piştevaniyê li hiqûqnas û parêzvanên mafên mirovan dikim.”

 

 MA/ŞIRNEX