Çil çavî be jî,  av çavî çavî ji binê erdê di derneyekê* re derbibe, biherike û bibe kahnî jî, av, avên ku ji çaviyên cuda  lê bi qasî du sê qevzan nêzî hev  ji binê heman axê dertên ser rûyê heman axê; ne bi heman zelaliyê dertên…ne jî  bi heman delaliyê diherikin.
Li kîjan erdê bin, çend çavî bin, avên wan ne tahmek in: Ava hin kahniyan tîr, giran; ya hinan wekî rûnê malê ê hilayayî şahîk şahîk, sivik e. Li ser kahniyên wisa, tî û têhnî  her ku qurtekê li avê bidin, ê bixwazin çengeke din, çengeke din vexwin…Çendî  vexwin  jî,  têhnî  ji ser  ava kahniyên wisa,  têrvexwarî ranabin. Heman têhnî piştî rêwîtiyeke ku her rêwiyî raht û mandû* dike, çaxê ku bixwazin têhniya xwe bişkînin bi tasek ava tezî*, rêwî bi vexwarinê re di qurta ewil de li şahîkî, li şîrîniya wê avê, wê ava ku tahm di bin zimanê wan de mayî, digere. Têhniyên Kahniya Ava Spî jî piştî têhnîşikandina bi avekê, bi qasî ku sal û demsal di ser re bihurîn, tahma wê ji bîr nekirin; di şevbihêrkên çilê çil di civatan de, di demsala havîna hinavsotîner de li gundên beriya ku ji bêaviyê zimanê çivîkan gazekê ji devê wan dikişe; li gundekî, li gundekî  ku axa wê seba qurtek av  lêvên wê terk terkî,  bahsa şîrîniya ava wê dikin:
Av jiyan e. Jiyan e, ji lew mirovên berê;  gundên xwe, bajarên xwe li rex an jî nêzî avan, çeman, kahniyan ava kirine.
 Şaristaniya ku bajarê Waşûkanî*, bajarê hemwarê mirovên rûqemer û  sipîndarên bejin zirav li keviyên çemê ku her bihar bi hillîna berfa çiyan re bi helemêl û mewcên ku ava çem di ser serê hevdu re diqulipî û diherikî, şên û ava kirine; teqez seba xatirê ava Kahniya Spî ava kirine.
Kahniya Spî jî yek ji wan kahniyan e, ava wê vê demê salê di binê vê tava zer î zêrîn de  mîna ne av; durrên spî serhedî hatibin hillandin û ji binê axê derbibin, wisa zelal, wisa neynikî bibiriqe û biherike ye.
Ev kahnî li Serê Avê dikeve.
Serê Avê, di navbera herdu bajarên qedîm Nisêbînê û Midyadê de, li xelaseka Newala Bunisra dikeve. Ji ber ku herdu kanî, Kaniya Reş û Kahniya Spî li heman cihî ji du qulzemên cuda derdikevin, ji wir re gotine Serê Avê. 
Kahniya Spî li Serê Avê li rex Kahniya Reş ji nava taht û zinaran dertê. Ew piştî derketina ji derne û çaviya xwe, bi qasî sê çar gavan li jêr ava wê li tevî ava Kahniya Reş  dibe, herdu av piştî vê hevkariyê navê  Çemê Bunisra li xwe dikin û di delavê xwe yê kevnar ê herdu rex çiya, li hin cihan bil ez û bez, bi pêl û mevc; li hin deran giran giran bêdend, axa bi her cure darê team: henar, xox, mişmiş, teraqî, gwîz û dêliyên ku hilperikîne bejna sipîndaran av didin, li texma herdu gundên  ji wextekî bêsalîx de şên û ava, di biniya Bawernê û Şanîşê re serberjêr dibin, qesta bajarê Nisêbînê û Qamişlokê dikin û diherikin…
Her kahnî ne Kahniya Spî ye: Hin biharan derdibin havîn wan dimiçiqine. Hin ji binê tahtên zinarî dertên, ji sedê salan û vir ve de bêyî ku çengek av ji xwe kêm bikin, ha ha diherikin. Hin…wekî Kahniya Spî ava wê zelal zelal neynikî ye; hin jî bi qasî tu bixî çengekî ne; têrî vexwarina heywanên ker û lal nakin; girrikî ne…

 Derne: Qulzem, kuna ku av jê dertê
Tezî: Sar, cemidî
Mandû: Raht, betilî, westiyayî
Waşûkanî: Navekî Nisêbînê
Miçiqîn: Zûwabûn