Yek ji wan jinên bi awazên xwe bûye qîrîna jinan û cesaret daye wan jî Banû Şîrwanî ye. Banû Şîrwanî, pîştî Nene Qemeronî jina duyemîn e ku di nava Kurdên Xorasanê de wek stranbêj bi nav û dengin. Lê Nene Qemeronî hê jî keseke bênav û nîşane û tenê di bîranîn û hevpeyvînên kesên mîna Sîma Bîna de navê wê tê bihîstin. Banû Şîrwanî ji Kurdên Qoçanê û serbihûriya wê dişibe a Meryem Xan, Nesrîn Şêrwan û Eyşe Şanê. Wê ji zaroktiyê bi rêya bavê xwe dest bi strangotinê kiribû. Ew hêza ji hunerê mîna şitila rihaneke di dil û hîsên wê de şîn û zindî ma û heta roja mirinê jî rengê xwe negûherî.
Navê yê rast Mahbanû Ebbasî ye. Sala 1929'an û li gor hinek jêderan jî di sala 1926'an de li gundê Welîava ê girêdayî Farûc û Qoçanê hatiye dinê. Temenê wê 40 salî bû ku li radyoya Meşhed dest bi strangotinê kir. Bavê wê Ebasqolî, dengbêjekî naskirî yê herêmê bû. Hê zarok bû ku dayîka xwe jiyana xwe ji dest da û ev jî bû sedem ku pir caran bavê wê yê hunerhez di dîwana herêmê de Mehbanû jî bixwe re bibe. Melek Husênxan yek ji wan kesan bû ku heza wî ji huner û çanda Kurdî re bêsînor bû. Enstûrmenta Dutar lêdixist û li gundê Welîava hunermend û pehlewanên Kurd dianîn ba hev û hurmeta wan tim li ber çav digirt.
Li hemberî zehmetî û qedexeyan têkoşiya
Mamostayê dîrokzan û evîndarê ziman û çanda Kurdî rêzdar Kelîmulah Tohîdî hevpeypînek bi Banû Şîrwanî re çêkiriye û li wir ew wiha behsa jiyana xwe dike:“
Hê 20 salî bûm ku ez li şivanekî Kurd yê binavê Elî Ekber Qehremanlo mehr kirim. Du sal piştre ew bi nexweşiya zerikê mir û ez bi kurê me yê du mehî re bi tenê mam. Salek piştre ku dilgirtî bûm min 15 ser pez, çêlekek û guhdirêjê xwe firotin û ji gund derketim. Min nedikarî li gund strana bibêjim. Xelkê ji ber wê ku min stran gotine henekên xwe bi min dikirin û digotin:“ Hê salek ji mirina mêrê wê re derbas nebûye ku dîsa distrê.“
Ji ber vê min gundê Welîava terikand. Çûme nava reşmalên tiyê xwe û xizmên wî ku li çiyayên bakurê Qoçanê bûn. Min xwest li wira him barê xem û elemên xwe sivik bikim û him jî ger min karî, bi wî diravî careke din çend pezan bikirim û jiyana xwe berdewam bikim daku kurê min mezin bibe. Lê wan hevkariya min nekirin. Ji min re digotin: ''Piyê te yê xêrê nebûye û hatina te bû sedem ku mêrê te wiha zû bimire“.
Ev rewş bû sedem ku şevekê di tarîtiyê de û bi pêlavên diryayî ku di piyê min de bûn, min reşmalên wan terikandin. Kurê min li pişta min û ez bi çavên tije hêsir ji çiyayên Elî Bûlax ber bi Qoçanê ve birêketim. Ez bi piyên bi birîn, werimî, peqiyayî û westiyayî ji wan çiya, gelîyên dirêj û tije kevir derbas û ketim nava Qoçanê. Çûme kerwanserayekê ku li şeqama ''Şehirê Kohnê“ bû û di odeyekê de vehesîm. Rojên piştre ketim pey peydakirina kar û ev di rewşekê de bû ku ji ber germa û têhnitiya rêyê de kurê min bi giranî nexweş bibû.
Çûme cem bijîjkekî ku kurê min derman bike. Min berê ew dinasî û çend cara hatibû cem me li Welîava û bibû mêvanê Melik Husênxan û nexweşên wan derman dikirin. Wî jî min nas kir, êşa kurê min derman kir. Ez bixwe re birim malê. Salekê li mala wî xebitîm û piştre karê wî dan Meşhehdê û ez jî bi malbata wî re hatim wira. Kurê min hêdî-hêdî mezin dibû û min dît ku di mala wan de hinek zehmetiyan derdixe. Ji ber wê jî ez ji mala wan derketim.
Wan rojan jinên Kurd bi kincên Kurdî û bedewên xwe li her dera bajarê Meşhed dihatin dîtin. Ji ber wê jî berevajî roja îro hingî kes ji dîtina kincên min yên rengîn û Kurdî ecêbgirtî nedima û kincên Kurdî tenê kincên naskirî ên netewî û resmî yên Kurdên Xorasanê bûn. Bi van kincên rengîn û bedew re ez di nava cade û şeqaman de sergerdan û aware ji xwe re digeriyam û min ji xwedê daxwaz dikir ku rêyeke çareseriyê ji min re peyda bike. Rojekê tehnî bûm û çûm ku avê vexûm. Ji nişka ve min dît ji aliyê din yê cadê xanimek ber bi min ve tê. Wê ji rûyê min yê xemgîn ku zarokek li pişta min girêdayî û tenê dimeşim zanîbû ka xema nava dilê min çiye. Piştre min zanî ku ew Izzet Meqdem, xanima rêzdar Şobirî berpirsê îdareya perwerdê bû ku tabloyê wê li wira daleqandibûn û ji ber ku ez nexwende bûm, min nedizanî ku ez li nêzî wanim. Wê ez birim cihê perwerdê (darûlterbiye). Navê kurê min li wê dibistanê nivîsandin û ez jî wek karker birim mala xwe.
Hingî radyoya Kurdî a Xorasanê bernameyên xwe belav dikirin (sala 1956'an yekemîn bernameya Kirmancî ji radyoyê hate weşandin). Rêzdar Şobirî li malê radyo hebû û min jî hemû şevê bernameyên şad û xweş yên muzîka Kirmancî guhdar dikirin. Rojên xweş yên Welîava di nava riha min ya xemgîn de careke din can digirtin û ez dibirim nava fikran, ka çawa xwe bigihînim îdareya radyoyê.
Rojekê ji bo kirîna goşt û pincar çûbûme bazarê, bê îrade çûme stasyona radyoyê ku her şevê adresê wira dihate îlankirin. Dergevanê deriyê îdarê li ber min sekinî û got: ''Çi karê te heye? Min got: ''Ez hatime awazan bêjim. Dergevan ecêbmayî ma û got: ''Ma jin jî dikarin stranan bêjin? Heya niha ti jinek nehatiye ku awaza bêje! Bisekine daku ez bipirsim û bersivê bideme we…“
Hingî berpirsê radyoyê rêzdar Emîr Mucahid bû. Wî û karmendên wira bi dîtina min ecêbgirtî man. Çimkî ez yekemîn jin li Xorasanê bûm ku ji bo tomarkirina awazên xwe çûbûme radyoyê. Ew jî jineke Kurd a Qoçanî bi kincên Kirmancî ku Farisî jî nedizanî.
Wan gotin emê dengê te biceribînin û min xistin odeya tomarkirina deng. Hissên min germ û bilind bibûn û li ser bîranîna welatê xwe Welîava min def girte destê xwe û ji kûrahiya dilê xwe min strana “lorik” got ku hiş ji serê wan çû. Dema karê min hat dawiyê, wan teva hêrişî odeyê kirin û gotin: ''Her bijî, pîroz e, pîroz e. Min got: ''Bes! Niha ku we pejirand, tomar bikin…''
Wan gotin: ''Me hemû tomar kir û ji vê jî baştir nabe. Îşev guhdarî dengê xwe bike ku yê ji radyoyê bê belav kirin. Te Kurd ji nû ve sax kirin. Kurd li cihê xwe, te Xorasan serbilind kir….“
Hêza stranê û dengbêjiya jinê
Çîroka jiyana Banû dûr û dirêje. Lê wê sedan stranên din jî di arşîva radyoya Meşhedê de tomar kirin. Roj bi roj guhdarên wê zêde dibûn. Name li pey hev dihatin ku stranên wê zêdetir biweşînin. Di sala 1969'an de dest bi strangotinê kir, lê dengê wê yê çiyayî zû ket nava dilê xelkê. Hingî navdariya wê wek stêrkekê geş bû ku dengê wê li her derê dihate bihîstin. Stranên weke:“ Yar me nezanîbû, kes me naxwazê, ezê îro êxsîrim, keçik naz meke û hwd“ bi navê wê ketin ser zarê xelkê.
Li pey hatina rejîma Îslamî strîna jinan qedexe bû û Banû Şîrwanî jî ji tirsa îdamê xwe wenda dike. Piştre hemû wisa dizanin ku ew miriye. Salên piştre hate zanîn ku ew sax e.
Banû Şîrwanî weke qehremana qada stran û awazên Kirmancî li her derê dihate naskirin û hezkirin. Her kesî mafê wê binpê dikir, lê ew li ser piyê xwe sekinî û bû navdareke dîrokê.Banû sala 2003"an li Meşehdê çû rehmetê.
Banû Şîrwanî di nava Kurdên Xorasanê de navekî naskirî ye. Wê di serdemekê de nûnertiya dengbêjî û hunermendiya jinên Kurd li herêma xwe kiriye ku heta di nava gelê serdest an ku Farsan de jî jin xwedî wê hêz û cesaretê nebûn ku li ser eşiq, qeder û aliyên din yên jiyana civakî dengê xwe tomar û belavî nava gel bikin. Ew wek kewek çiyayên bilind xweş distrî. Wê û dengbêjên din karîne bi rêya kilamên xwe êş elemên dirêjahiya dîroka xwe a tije rabûn û ketin beyan bikin. Wan li ser xêzeke sor ji Ûrmiyê û kela Dim-Dim, ji Makû û Serhedê bigire heya digehe Qoçan, Şîrwan, Bicnûrd û bakurê Xorasanê tevdigeriyan. Koçberiya ku xêza wê bi xwînê hatibû reşandin, ew neçar kirin ku welatê xwe biterikînin.
Arşîva dilê Banû Şîrwanî dewlemend bû
Banû Şîrwanî di karê xwe de hosta û şehreza bû. Arşîva di dilê wê de pir dewlemend bû. Wê di demeke kin de gelek stran û awazên bin axê, jengargirtî û ji bîrbûyî bi muzîkek esîl û Kurdî yek bi yek tomar û ji mirinê rizgar kirin. Piştre kesên din jî hatin û wan bi hev re ew gencîne ji qoncik û tarîtiya mal û gundên Kurdan derxistin û hemû kirin malê dîrokê. Mîrasê ku dihat bimire bi ked û hewldanên wan ji nû ve bû mîrasekî bêmirin.
Banû Şîrwanî, bi cesaret û dengê xwe rê li ber hinek jinên Fars jî vekir ku li deriyê gencîne û xîzîneya folklor û stranên Kurdî bidin. Hunermenda navdar a Îranî Sîma Bîna ku xizmeteke mezin ji folklora Îranê û Kurmancên Xorasanê re kiriye, ji bo Banû Sîrwanî wiha dibêje: “Qêrînên pir sirûştî, çiyayî û tije hîsên protestoyî… Weke ku îtirazê li dîroka xwe bikin, qêrîn û hawar di muzîka wan de hebûn. Wek tê gotin ew ji wan Kurdan in yên ku ji herêmên sînorî yên Rojavayê Îranê bo wira hatibûne koçeber kirin û ew jî tim di xûrbetê de mane, lê bi rêya muzîka xwe, ew îtiraz, şervanî, hemase û şerên herêmî ku hebûne, anîne ziman. Elbete di wan awazan de mijar li ser standina heq û mafên wan yên netewî ne ku hebûna wan biparêzin.… Bi van qêrînan re min di wan kilam û stranan de derdekî hevpar hîs dikir.“
Wêjeyeke dewlemend a devkî
Di kilamên Banû Şîrwanî de em rastî wejeya devkî û bihêz a Kurdên Xorasanê jî tên. Peyv û gotinên weke: “Gulnazikê xwe, lorikê xwe, lê yarê" bi hezar hez û xweziyan behsa keçên Kurd dike ku li pey şer û talanan li bazaran hatine firotin. "Ez aşiqim eman yarê“ li ser der bi deriya keçekê distire ku azadiya wê berbend û li ser derdê cudatiyê dibêje.
"Gulperî û dest bi hena“, evîna bêsinor ya du evîndaran ji hev re, "Leylî û Leylanê" û dehan stranên din vê rastiyê ji me re eşkere dikin ku nemir Banû Şîrwanî xanimeke zana û haya wê ji rewşa gel û civakê hebûye. Bi bihîstina dengê wê carna jiyana gundiyan, carna çîroka du evîndaran, carna talan, qirkirin, carna jî çûl, deşt û çiya, çîmenzar, sêv, hinar û rengê jiyana Kurdan a tije xweşî, nexweşî û xembarî tê ber çavan.