Nexweşê astimê ye
Hasan Alavî ku rastî 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hat, divê bi lezgin serbest bê berhdan. Hesen, piştî hat girtin şandin Girtigeha Çewlîkê û ji wir jî şandin Girtîgeha tîpa E ya Çewlikê. Hevalê Hesen ê girtîgehê Îzzet Topgaç name şand xwest hemû kesên xwedî wîjdan û aştîxwaz li dengê Apê Hesen derkevin.
Nefes nastîne
Îzzet Topgaç, anî ziman ku dema mijar dibe kurd hemû derî tên girtin û her tiştên xerab, zilm û îşkence ji bo kurdan rewa tê dîtin. Topgaç, da zanîn ku çend hefte berê Hasan Alevî yê 84 ji Çewlike şandin Girtîgeha Mûşê cem wan û wiha got: "Hasan Alavî hem kal e û hem jî nexweş e. Ji ber kal û neşxweşiyên xwe pir zahmetiyan dijî. Em jêre dibêjin Apê Hesen, bi îdîaya alîkarî kiriye hatiye girtin û şandine girtîgehê Apê Hesen dibêje 'Ji min re dibêjin te bi nanê zuha alîkarî daye wan. Lê tiştekî wisa ne pêkan e'" Topgaç, da zanîn Hasan Alavî li malê bi tena serê xwe debara malbatê dikir û wiha got: "Kurekî Apê Hesen astengdar e. Her ku Apê Hesen li zarokên xwe û malbata xwe difikire bêtir bê nefes dimîne. Em bang li hemû kesên xwedî wîjdan dikin û divê guh bidin hawara Apê Hesen."
Banga hestiyariyê
Topgaç, bibîrxist ku Apê Hesen nexweşê Asimê ye û di dan û stendina bêhnê de zahmetiyê dijî û wiha dawî li nameya xwe anî: "Ji xwe ez wêneyê Apê Hesen jî ji were dişînim. Hûn vî wêneyî jî biweşînin dê gelek baş bibe. Divê li Tirkiyeyê hemû kesên xwedî wîjdan li hemberî vê rewşê hişyar bin. Em bang li rayedaran jî dikin û dixwazin bi lezgîn Apê Hesen serbest bê berdan."
DÎHA/ENQERE