Ev karta postê fotografeke ku bi dest hatiye rengandin û ji Stenbolê hatiye şandin. Li ser fotografê kurdekî kal heye. Yê ku ev karta hanê weşandiye Max Fruchtermann e. Û kart sala 1904´ê hatiye şandin. Li serê dinivîse ku ev bibîranîneke ji 1´ê Adara 1904´an e. Weke kesê wêne girtî navê Berggren li ser kartê nivîsandiye. Kesa ku kart jê re hatiye şandin keseke bi navê Ada Collins e li Portsmouthê, bajarekî li başûrê Ingilîstanê, hema li kêleka Brightonê. Kesa yan jî kesê jê re kart şandî yan dotmam/keçxal yan jî pismam/kurxalê Ada Collinsê ye. Bi qasî dikare bê xwendin navê vê kesî/vî kesî Daisy ye. Jixwe, ji Stenbolê mirov kartekê bişîne û ew kart ne ya Kurdekê yan jî Kurdekî be, Stenbol nabe Stenbol.
FRANKFURT