Hunermend Kayhan Kalhor baştirîn xelata muzîkê ya cihanî ya salê wergirt. WOMEX´ê berê eşkere kiribû ku wê Kayhan Kalhor hêjayî vê xelatê dîtiye û niha jî bi merasîmekê ev xelat dayê.
WOMEXê ji ber hostatiya wî ya di kemaçejeniyê de û afirîneriya wî ya di muzîkê de Kalhorî hêjayî xelatdayînê dîtiye.
Pêşangeha Muzîkê ya Cihanî ji sala 1999´an û vir ve salê li welatekî tê li dar xistin û bi sedan muzîkjen û hunermendên navdar ên cihanê beşdarî wê dibin.
Kayhan Kalhor di bernameya xelatdayînê ya îsal de çawa berê WOMEX´ê dabû zanîn, tevlî Erdal Erzîncanî konserek da. Konser di çarçoveya pîrozbahiya salvegra 25´an a damezrandina WOMEX´ê li Fîlnadiyayê li Tampere bi rê veçû û xelata Kayhan Kalhor jî di heman şahiyê de hat dayîn.
Kayhan Kalhor par jî hêjayî xelata Giyanê Mirovahiyê ya Issac Sternî hatibû dîtin, sala 2017´an Baştirîn Xelata Albuma Muzîka Cihanê ya Grammyê wergirtibû.
Piştî ku êrişa qirkirinê ya dewleta Tirk li Rojavayê Kurdistanê dest pê kiribû, Kayhan Kalhor konsera xwe ya li Stenbolê betal kiribû ku diviya 13´ê Cotmehê li Salona Konserê ya Cemîl Reşît Reyî, tevî Erdal Erzîncanê bidaya.
STENBOL