Eyaleta Kalîforniyayê ya DYE’yê qirkirina di sala 1915’an de li Asûrî-Suryanî û Rûmên Pontûs bi yekdengî qebûl kir.

Eyaletê her wiha komkujiya ku artêşa Iraqê di sala 1933’an de li Simêlê jî nas kir. Her du biryar bi dengê endamên meclîsê yên Komarger û Demokratan hatin wergirtin.

Ji 50 eyaletên Emerîkayê li 49 eyaletan qirkirina Ermeniyan hatiye qebûlkirin. Beriya niha di pêşnûmeyan de tenê qala qirkirina Ermeniyan dihate kirin. Lê belê herî dawî Kalîforniya jî di nav de li sê eyaletên cuda qirkirina Asûrî-Suryanî û Helenan hate qebûlkirin.

Serokê SEYFO Centerê Sabrî Atman biryara Parlamenta Eyaleta Kalîforniyayê weke ‘gaveke dîrokî’ pênase kir. Atman diyar kir, ji bo li eyaletên din ên Emerîkayê heman biryar bê wergirtin ew hewl didin.

 

NAVENDA NÛÇEYAN