EHMED MIHEMED / ANHA / HESEKÊ
Hejmara kesên di kampa Holê de gihîşt 72 hezar û 842 kesan. Ev ên hanê, penaberên ji Iraqê, koçberên Sûriyê û malbatên çeteyên DAIŞ`ê ne ku xwe radestî QSD`ê kirin. Rêveberiya kampê hewl dide bi derfetên kêm pêdiviyên koçberan peyde bike.
Kampa Holê di 21`ê Nîsana 2016`an de hate vekirin da ku koçber û penaberan pêşwazî bike. Yek ji kampên herî mezin di nav kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ye. Van demên dawiyê hejmara koçberên ji herêmên Hecînê û malbatên çeteyên DAIŞ`ê ku di cihê herî dawî yê DAIŞ`ê de bûn, berê xwe dan kampê.
Li ser hejmara dawîn ku rêveberiya kampê derxist, hevseroka rêveberiya kampên herêma Cizîrê Macîde Emîn ji ANHA`yê re got, heta niha û li gorî hejmara dawîn 72 hezar û 842 kes li kampê dimînin.
Macîde diyar kir ku ji wan 21 hezar û 208 malbat ji nasnameyên cuda ji koçberên Sûriyê ne û ji herêmên cuda ku ji ber şerê li Sûriyê, malên xwe terk kirine. Her wiha penaberên ji Iraqê jî ji ber şerê çeteyên DAIŞ`ê reviyane û herî dawî malbatên çeteyên DAIŞ`ê ku pirraniya wan jin û zarok in, xwe radestî QSD`ê kirine, ew jî li kampê bi cih bûne.
11 hezar biyanî
Li gorî hejmara dawî a 25`ê Adarê, hejmara koçberên ji Sûriyê û di nav de malbatên DAIŞ`iyên ji Sûriyê jî, li kampê gihîşt 31 hezar û 436Û´an ango 9 hezar û 220 malbat, her wiha hejmara penaberên Iraqê û malbatên DAIŞ`yên ji Iraqê gihaşt 30 hezar û 367 kesan û di nav de 8 hezar û 670 malbat e. Her wiha hejmara malbatên DAIŞ`yên biyanî jî gihaşt 11 hezar û 39 jin û zarokan, ew jî teqabulî 3 hezar û 318 malbatlên ji nasnameyên biyanî.
Macîde di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku rêveberiya kampê hîna di hejmartina kesên tên kampê de karê xwe dewam dike; hejmareke pirr mezin gihîştiye kampê, kamp tenê ji bo 40 hezar kesan û ji penaberên Iraqê re hatibû avakirin.