AHMET KANBAL / MA/MÊRDÎN
Piştî ku Tayyîp Erdogan got: “Di demeke nêz de em ê bi awayekî berfireh operasyonan li dar bixin”, li hemberî hin deverên Rojava û Bakurê Sûrî êrişên artêşa Tirk a dagirker dest pê kir. Yek ji van deveran jî Nisêbîna Mêrdînê ye ku nêzî bajarê Qamişlo ve ye.
Dewleta Tirk çeteyên artêşa azad ku hevkarê wane li kampa penaberan a Nisêbînê bicih dike.Tê gotin li sînorê ku çend sal berê bi dîwarên betonî hatibû girtin ev demeke liv û tevgera wesayîtên zirxî zêde bûye.
Çavkaniyên herêmî jê piştrast kirin ku bi otobêsên camên wan reş in komên çete ji Îdlîb û Şehbayê tînin baregehê û li baregehê tên perwerdekirin.
Kamp hat vala kirin
Ev kampa ku çeteyên girêdayî artêşa azad lê tên bicihkirin, di sala 2014’an de ji aliyê Serokatiya Rêveberiya Rewşa Lezgîn û Afetê ve hatibû avakirin. Kamp ji bo 5 hezar kesî hat dîzayinkirin û pêşî hezar û 800 kes lê hatin bicihkirin. Pêşî penaberên sûriyeyî li vê kampê hatin bicihkirin û paşê di dawiya heman salê de hat valakirin. Penaberên li kampê hatin bicihkirin li kampa penaberan a Wêranşara Rihayê hatin bicihkirin.
Li heman kampê êzidiyên ji ber êrîşa DAIŞ’ê ya li Şengalê neçar man koç bkin hatin bicihkirin. Piştî demekê êzidiyên li kampê jî şandin kampa li Midyadê. Kampa ku hatibû diyarkirin dê bê girtin, niha jî veguherandina baregeheke leşkerî. Tê diyarkirin ku kamp wekî navenda perwerdehiyê ya leşkerî tê bikaranîn.